‘Bi tunekirina DAIŞ`ê re deriyê çareseriya siyasî tê vekirin’

Serokê Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Tebqayê Selam Hisên destnîşan kir ku bi tunekirina terorê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla QSD’ê ve, deriyê çareseriyên siyasî ji aloziya Sûriyê re tê vekirin.

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Girêdayî bandora pêngeva Bagera Cizîrê li ser herêmê, girîngiya wê di tunekirina DAIŞ`ê de li erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bandora siyasî ya bidawîbûna pêngavê li ser xeta çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê û tunekirina terorê, serokê Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Tebqayê Selam Hisên ji ajansa me re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Selam Hisên behsa bandora DAIŞ`ê li ser civakê û encamên neyînî yên fikra wî ya tarî kir û wiha got: "Tişta nayê veşartin ku DAIŞ`ê di dirêjahiya salan de ji dagirkirina erdnîgariyên berfireh ji Iraq û Sûriyê, hewl dida rêgeza xwe ya olperestî ferz bike û fikrên xwe yên radîkal di nav civakê de belav bike. Ev fikr bi awayekî berbiçav bandor li civakê kir. Me dît hejmarek ji endamên civakên din di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de bandor lê bû û beşeke mezin fikrên DAIŞ`ê ji xwe re kirin bingeh. Lê piştî demekê encamên wê diyar bûn."

Di axaftina xwe de Selam Hisên tunekirina fikr û xewnên DAIŞ`ê bi bidawîbûna pêngava Bagera Cizîrê ve girê da û wiha domand: "Ew fikrên ku DAIŞ`ê di mêjiyê şêniyan de çandine, ji fikra cîhadê ne. Ew fikr bi awayekî sivik bandor li hindek endamên civakê kir. Ew endamên xwedî kesayetên lawaz bûn û piştre tev li DAIŞ`ê bûn. Îro ew fikr û baweriyên DAIŞ`ê bi temamî bi pêngava Bagera Cizîrê ya QSD`ê ve girêdayî ye. Bidawîbûna pêngava leşkerî tê wateya têkbirina xewn û baweriyên DAIŞ`ê yên ku beşek ji şêniyan bi kar anîn.”

Hisên destnîşan kir ku tunekirina terorê ji aliyê QSD`ê ve û rizgarkirina gelên herêmê, dê ji civaka Sûriyê, bi taybet ji civakên îslamî re bi giştî îsbat bike ku fikra tarî û olperest a DAIŞ`ê li ser bingeha tunekirina aliyekî din e, her wiha ferzkirina yek nasname û yek rengî şaş e. Hisên wiha got: "Ev rêbaza DAIŞ`ê tevna civakê parçe dike û taîfiyetê diafirîne. Civakên xwedî exlaq û hevgirtî li ser bingeha cihêrengiyê û pirrengiyê ava dibin.”

‘Gelê Sûriyê QSD`ê wek hêzeke rewa dibîne û dipejirîne’

Di berdewama hevpeyvînê de Selam Hisên rola QSD`ê di tunekirina DAIŞ`ê de li erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr xist û wiha domand: "Rola QSD`ê ji tevahiya aliyên cîhanê re diyar bû. Hêzên herêmî yên Sûrî, ne girêdayî tu ajandeyên derve ne û bi derfetên leşkerî yên kêm li gorî artêşên Sûriyê û Iraqê dikaribû xewna DAIŞ`ê ya xîlafetê tune bike û cîhanê ji kabûsa çeteyan xilas bike. Gelê Sûriyê QSD`ê wek hêzeke rewa dibîne û dipejirîne.”

Hisên wiha domand: "Serkeftinên dîrokî ku QSD`ê li hember hovanetirîn dijminê mirovahiyê bi dest xistine, hişt ku hêzên navdewletî pê re wek hêzeke xilaskerê gelên herêmê ji terorê, têkiliyan ava bike.”

‘Rêveberiyên xweser li ser kavilên xewna xîlafetê hatin avakirin’

Serokê Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Tebqayê bal kişand ser rola aliyê siyasî di pêvajoya piştî tunekirina DAIŞ`ê de û diyar kir ku tecrubeyên herêmên rizgarkirî delîla wê ya herî berbiçav e. Selam Hisên got bi tunekirina hebûna çeteyên DAIŞ`ê li herêmê, xebatên siyasî yên Sûriyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bi pêş dixe û wiha domand:" Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser kavilên xewna xîlafetê rabûn û rêveberiyên xwe yên xweser ava kirin. Saziyên xwe yên civakî û leşkerî ji hêla ciwanên wê ve hatin aktîfkirin.”

Selam Hisên rizgarkirina Tebqa, Reqa, Dêrazorê û gelek herêmên ji hêla QSD`ê ve bi bîr xist û destnîşan kir ku ew herêm îro bi rêya rêveberiyên xweseriya demokratîk bi tevlêbûna tevahiya pêkhateyên herêmê xwe bi rê ve dibin. Selam Hisên anî ziman ku ew têrê dike bi wan rêveberiyan re wek rastiyekê û pêwîstiyekê ku bi wan re têkilî were danîn.

Di dawiya hevpeyvînê de serokê Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Tebqayê Selam Hisên destnîşan kir ku bi ragihandina bidawîbûna pêngava Bagera Cizîrê re wê tevahiya bendên ku hikumeta Sûriyê li pêşiya xeta danûstandina siyasî ya Sûriyê danîbûn, rabin û ev tişt anî ziman: "Di demên berê de Şamê digot li gel hebûna terorê li Sûriyê danûstandin û vedîtina çareseriyê siyasî ne pêkan e. Destpêkê divê teror ji aliyê leşkerî ve tune bibe, piştre di radeya duyem de diyalog e. Yanî tunekirina DAIŞ`ê tê wateya rûniştina tevahiya aliyên Sûriyê li ser maseya diyalogê."

(şx)

ANHA


Mijarên Din