Bi vekirina dergeha Salihiyê re ewlehî kontrol dibe û rê li qaçaxiyê tê girtin

Vekirina dergeha Salihiyê yê li bakurê bajarê Dêrazorê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê de, ji bo kontrolkirina ewlehiyê, pêşîgirtina derbasbûna şaneyên veşartî û qaçaxkirina madeyan ji derveyî herêmên Rêveberiyê re, her wiha ji bo hêsankirina rêwîtiya sivîlan, gaveke girîng e.

Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê “Meclisa Sivîl a Dêrazorê” ragihand ku dergeha Salihiyê yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê de, hatiye vekirin. Piştî ku nêzî salekê ji ber vîrusa koronayê hatibû girtin, her wiha gelek caran hikumetê digirt.

Dergeh li deriyê bakur ê ketina bajarê Dêrazorê ye û 7 km dûrî navenda bajêr e. Ji sala 2008`an ve piştî ku hêzên hikumetê  bi desteka Rûsya çemê Firatê derbas kir, dergeha Salihiyê wekî nuqteyeke rasthatinê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên hikumeta Şamê de, tê hesibandin. 

Ev dergeha bejahî ya tekane li Dêrazorê ye û herêmên Rêveberiya Xweser bi herêmên serweriya hikumetê ve, girê dide.

Li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser dergehê disekinin, dergeh heftane 3 rojan (şemî, duşem, çarşem) vekirî ye û rojane tenê 300 malbat dikarin derbas bin.

Vekirina dergehê, tevgera sivîlên li ser qiraxên çemê Firatê hêsan dike û dê malbatên ku ji ber şer ji hev qut bûne bi rêya dergehê careke din karibin xwe bigihînin hev. Her wiha sivîlên ku dixwazin ji herêmên serweriya hikumetê derkevin, bi rêya dergehê dikarin derbasî herêmên Rêveberiya Xweser ên bi ewle bibin.

Bi vekirina dergehê re rêwîtiya sivîlan ber bi Dêrazorê ve ( ku sivîlan nêzî 140 km qut dikirin), kurt û hêsantir dibe û ew ji xeteriya ku di dema bikaranîna dergehên çeman ên ne rewa re didîtin, xilas dibin.

Beriya vekirina dergehê, Hêzên Sûriya Demokratîk gelek operasyonên ewlehiyê ji bo girtina dergehên li ser çeman ên rewan ku tê re qaçaxî jî dihat kirin, pêk anîn.

Şêniyên gundewarê rojhilat û rojavayê Dêrazorê ji ber tevgera şaneyên veşartî yên girêdayî aliyên cuda ku bi rêya dergehên li ser çeman ên ne rewa derbasî herêmê dibûn, azar dikişandin. Bi rêya wan dergehan her wiha madeyên wekî ard, sotemenî, tov û semad derbasî herêmên hikumetê dihatin kirin.

Ji lew re, bikaranîna vê dergehê wekî tekane dergeha fermî di navbera her du aliyan de û girtina dergehên li ser avê yên ne rewa, dê li herêmên Dêrazorê ku tê de tevlîhevî û qaçaxî çêdibin û bi taybetî li gundewarê rojhilatê Dêrazoêr, ewlehî bê kontrolkirin.

Têkildarî girîngiya vê dergehê û bandora wê li ewlehiya herêmê, Ebdulqadir El-Şafî ku berpirsekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê ye wiha got: “Armanca vekirina dergehê mirovî ye. Beriya her tiştî ji bo hêsankirina rêwîtiya sivîlan hate vekirin. Li aliyekî  din jî dê pêşî li derbaskirina çek û şaneyên veşartî ji herêmê re û qaçaxkirina madeyên sereke ji herêmên hilkumeta Şamê re, bê girtin.”

El-Şafî wiha lê zêde kir: “Bikaranîna vê dergehê wekî dergeheke fermî, dê bihêle ku hêzên ewlekariya sînor ewlehiya li qiraxa bakur a çemê Firatê xurt bikin û dê girtina şaneyên veşartî ku dê dergehên li ser avê bi kar bînin, hêsan bike.”

Ebulqadir El-Şafî bang li welatiyên Dêrazorê kir ku dergeha fermî bi kar bînin, xwe nedin xeteriyê û dergehên li ser avê yên ne rewa bi kar neynin û wiha domand: “Bi vekirina dergeha Salihiyê re, êdî hemû dergehên li ser avê û dergehên din ên ne rewa dê bibin armanca hêzên ewlekariyê, ji ber ku dê tenê çete wan dergehan bi kar bînin.”

Li gorî kesên li ser dergehê disekinin, bi destpêkirina meha Sibatê re dibe ku dergeh ji bo bazirganiya di navbera her du aliyan de jî bê bikaranîn û dê rê bidin bazirgan û karsazan jî ku dergehê bi kar bînin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din