Bi wesîleya 1‘ê Gulanê pêngava piştgiriya bi kedkaran re

Bi wesîleya 1‘ê Gulanê Cejna Kedkaran şêniyên herêma Koçerat bi armanca piştgiriya bi kedkaran re pêngavek ji bo rakirina gîhayên bi zirar destpê kirin.

Şêniyên herêma Koçebat bi boneya 1‘ê Gulanê Cejna Kedkaran pêngaveke rakirina gîhayên bi zirar li derdora darên li çiyayê Qereçoxê dan destpêkirin. Pêngav bi armanca piştgiriya bi kedkaran re hate lidarxistin û dê 3 rojan dewam bike.

Şêniyên herêmê bi cil û bergên xwe yên flklorî beşdarî pêngavê bû, keyfxweşî û piştgiya xwe bi kedkaran re anîn ziman.

ANHA


Mijarên Din