​​​​​​​Bi wêne…bedewiya xwezaya Rojava

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha Adarê de, gul vedibin û xweza şîn dibe, bi vê yekê re mizginiya biharê ya xêr û bêrê dide.

Meha Adarê bi xwe re demsala biharê tîne, demsala biharê jî bi keskahî û kêfxweşiya xwe tê naskirin.  Nexasim îsal li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha piştî windabûna rojê bi demekê û derketina wê tîrêjên hêdî, barîna barên û vegera çivîkên koçber li warên xwe ji nû ve xweza bi xemla xwe ya xweşik xwe dide der.

Li aliyekî din jî piştî zivistana dirêj, şivan derdikevin û pezên xwe dibin çêrgehê.

(eh)

ANHA


Mijarên Din