Bi wêne...bendorên topbarana Tirkiyê li kantona Şehbayê

Îro di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li gundên kantona Şehbayê de zirarên madî li mal û milk û zeviyên çandiniyê yên şêniyan de çêbûn.

Tevî banga NY’yê ya agirbesta li Sûriyê, lê dewleta Tirk a dagirker hê jî gundên tê de şênî hene topbaran dike.

Vê sibehê artêşa Tirk a dagirker gundên Til Qirah, Um El-Hoş û Hirbil ên kantona Şehbayê bi moşekan topbaran kirin.

Girêdayî mijarê 4 moşek li gundê Til Qirah ê girêdayî navçeya Ehresê ketin û di encamê de zirarên madî gihîştin zeviyên çandiniyê, mal û milkên şêniyan.

Di vî warî de koçber bi navê Cemîle Şêxo wihagot: "Vê sibehê li ser deng moşekên artêşa Tirk a dagirker şiyar bûn, ji ber zexta teqînê cama pencereyan şikest, her wiha parçeyekê jê jî li erebeya me ket."

Cemîle bi bîr xist ku di demeke ku tevahî cîhan bi pandemiya Koronavîrusê mijûl e, artêşa Tirk a dagirker vê şans digire û herêmên me topbaran dike.

fr

ANHA


Mijarên Din