Bi wêneyan binpêkirinên li Efrînê tên meşandin, hatin nîşandan

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê, Gerînendeya Şûnwaran îro pêşengehek ji bo nîşandana wêneyên ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirher ên li ser şûnwarên Efrînê tên meşandin, vekir.

Bi druşma ‘Banga şaristaniyê’ Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê pêşengehek girêdayî binpêkirinên artêşaTirk a dagirker li ser Efrînê dide meşandin, organize kir.

Pêşengeh li hola Kampa Serdemê lidar ket. Wêneyên Efrînê yên beriya ku artêşa Tirk wê dagir bike li hola pêşengehê hatin daliqandin.

Her wiha 48 wêneyên berhemên gelek wênekêşên Efrînê hatin pêşkêşkirin. Piştre wêneyên wêranbûna li herêmê, binesaziya bajar û cihên dîrokî hatin pêşandan.

Desteyê li gorî lêkolînên ku ji destpêka şoreşa Rojava ve li Efrînê, cihên ku di pêşengehê de hatine pêşkêşkirin pênase kirin.

Nûnerên û endamên desteyan, saziyên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Şehba û Efrînê û nûnerên Rêveberiya kantona Şehbayê beşdarî pêşengehê bûn.

Pêşengeh bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre gelek axaftin ji hêla hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Efrînê Esmehan Ehmed, hunermend Diyar Dersîm, hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Şehbayê Mîdiya Hemdik, endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif, û hevserokê Gerînendeya Şûnwaran a Efrînê Selah Sîno ve hatin kirin.

Axêveran binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser çanda bavûkalan û şêniyên kantona Efrînê ji roja despêkê ya dagirkirinê ve heta roja me ya îro anîn ziman. Her wiha balkişandin ser ku vedîtina şûnwaran li herêma dagirkirî berdewam e û têne talankirin.

Axêveran destnîşan kirin ku Tirkiyê bi rêya sûcên xwe û binpêkirinên qanûnên navdewletî hewl dide gelê Kurd qir bike.

Her wiha tekez kirin ku divê cîhan, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên têkildarî parastina şûnwaran Tirkiyê ji ber binpêkirinên wê yên li ser dîroka Efrînê de muhesebe bikin.

Pêşengeh bi pêşendana sinevizyonek girêdayî binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên berdewam kir.

Pêşengeh dê sê rojan bidome.

Tirkiyê di 18`ê Adara 2018`an de piştî êrîşên dijwar tevî çeteyên bermahiyên DAIŞ û El-Qaîde Efrîn dagir kir. Di encamê de bi sedan sivîl hatin kuştin û binesaziya Efrînê û cihên dîrokî wêran bûn. Şêniyên Efrînê jî di nav kampên Şehba de û di hundirê Efrînê de li dijî dagirkeran li ber xwe didin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din