‘Bi yekitiya gelê Sûriyê dê dîwarê parçekirinê hilweşe‘

Kesayet û rûspiyên Ereb a herêma Efrînê lêkirina dîwarê parçekirinê bi qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê bi nav kirin û gotin dîwar wê li hember yekitiya gelê Sûriyê namîne.

Binpêkirina Tirkiyê ya parçekirina xaka Sûriyê û lêkirina dîwarê parçekirinê li dora herêmên dagirkirî bi taybet Efrînê rastî nerazîbûnên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê tê. Şêniyan gotin ev kiryar yekitiya xaka Sûriyê tehdîd dike û qanûnên navdewletî binpê dike.

Dagirkeriya Tirk di 8`ê Nîsana 2019`an de dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê li dora gundên Cilbirê, Miryemîn û Kîmarê kir. Dirêjbûna dîwarê parçekirinê 3 hezar û 500 metre derbas kir.

‘Dagirkerî serfiraziyên dewleta Osmanî carek din vedigerîne‘

Girêdayî mijarê yek ji rûspiyên êlên Ereb ên herêma Efrînê Seîd El-Amrî ku niha li Şehbayê dimîne ji ajansa me re axivî.

Seîd El-Amrî di destpêka gotinên xwe de lêkirina dîwarê parçekirinê şermezar kir û destnîşan kir ku armanca wê qutkirina Efrînê û herêmên dagirkirî li bakurê Helebê ji xaka Sûriyê ye û got: "Wek gelê Sûriyê em tenê dikarin xaka welatê xwe ji dagirkeran rizgar bikin. Dîwarê parçekirinê li hember yekitiya gelên me wê namîne."

El-Amrî tevahiya şêwazên dagirkeriyê Tirkiyê ya vegerandina serfiraziyên dewleta Osmanî red kir û îşaret bi li Lîwa Skenderon kir.

Girêdayî pêşeroja herêmên dagirkirî piştî lêkirina dîwarê parçekirinê El-Amrî got ew wek gelê herêmê dê bajarê xwe rizgar bikin û dîwarê parçekirinê hilweşînin.

Her wiha El-Amrî behsa mijara bicihkirina malbatên herêmên din li şûna şêniyên resen û guhertin demografiya herêmên dagirkirî kir û diyar kir ku ew wan binpêkirinan red dike. El-Amrî kesên ku li Efrînê li şûna şêniyên wê yên resen bi cih bûne muxteb girt û bang li wan kir ku dest ji bicihanîna planên dagirkeran li dijî şêniyên welatê xwe berdin.

Di dawiya gotinên xwe de El-Amrî bal kişand ku ew ê li rex tevahiya pêkhateyên Sûriyê yekitiya xak û gelê Sûriyê biparêzin.

 ‘Dîwar wê li hember yekitiya gelan namîne‘

Jina bi navê Rîm El-Hisên a ji pêkhateya Ereb a kantona Şehbayê yek ji kesayetên çalak li herêmê ye girêdayî mijarê got dîwarê parçekirinê yê ku di navbera Efrîn û Şehbayê de tê lêkirin, berdewama plana ku bi rêya wê Lîwa Skenderon ji Sûriyê hatiye qutkirin e.

Rîm destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi lêkirina dîwarê parçekirinê armanc dike çeteyên xwe yên ku li Efrînê dimînin bi parêze, hegemoniya xwe ya siyasî, leşkerî, aborî û fikrî li gelê ku li Efrînê maye ferz bike da ku girêdayî wê bin û planên wê pêk bînin.

Rîm bi bîr xist ku timayên dewleta Osmanî di Sûriyê de kevn in û dîrok şahidê wê ye. Niha Tirkiyê timayên bavkalên xwe li Sûriyê didomîne.

Di nav gotinên xwe de Rîm tekez kir ku bi yekitiya gelê Sûriyê dê tevahiya timayên Tirkiyê pûç bibin û dê gel bi berxwedana xwe biserkeve.

Rîm di dawiya gotinên xwe de behsa azarên jin li Efrînê li gel hebûna dagirkeriya Tirk kir û got jin ji ber binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji kuştin, revandin û destavêtin di bin zextek mezin de ye. Rîm destnîşan kir ku binpêkirina herî mezin der heqê jinê de li Efrînê li gel bêdengiya navdewletî ya şermûk pêk tê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din