​​​​​​​BIC der barê rewşa bi hezaran girtiyên siyasî yên li Tirkiyê de bi fikar e

Navenda Mafên Mirovan a Navneteweyî ya Brukselê (BIC) hikumeta Tirkiyê berpirsa şehadeta endama Grup Yorumê  hunermend Helîn Bolek dibîne û fikarên xwe der barê rewşa bi hezaran girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de anîn ziman.

Helîn Bolek a endama koma muzîkê ya Grup Yorumê di girtîgehên Tirkiyê de li dijî binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî mafên mirovan derket û 288 rojan di greva birçîbûnê de ma.

Navenda Mafên Mirovan a Navneteweyî ya Brukselê (BIC) bi daxuyaniyekê ragihand ku navend sersaxiyê ji malbata Helîn Bolek re ku di 3’yê Nîsanê de li bajarê Stenbolê jiyana xwe ji dest da, dixwaze.

Navendê fikarên xwe der barê rewşa li Tirkiyê de anîn ziman û piştrast kir ku şehadeta Helîn Bolek der barê binpêkirina dewleta Tirk ji mafên mirovan û binketina hikumeta Tirkiyê di nêzîkatiyên qanûnî yên bi dozan re fikar çêkirin, di encamê de ji ber greva birçîbûnê Helîn Bolek jiyana xwe ji dest da.

BIC dewleta Tirk berpirsa şehadeta Helîn Bolek dibîne û bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Tirk bike da ku mafên mirovan binpê neke.

MAFÊN MIROVAN LI TIRKIYÊ BINPÊ DIBIN

Piştî ku BIC’ê di Adara derbasbûyî de raporek belav kir, komîteyê binpêkirina hikumeta Tirkiyê ji mafên mirovan re, her wiha ji guhartinên qanûnî yên rewşa hunermendan û çalakgerên li Tirkiyê pêk neanîn, şopandin. Di raporê de hevdîtina bi endamekî Grup Yorumê re hate belavkirin, paşê dema li Tirkiyê endam hate binçavkirin, berê xwe da Almanyayê.

Hunermend û çalakgerên li Tirkiyê diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku bi armanca guhartina rewşê dikevin greva birçîbûnê û hîn jî gelek kes di grevê de ne û endamên Grup Yorumê jî di nava grevê de ne.

DER BARÊ GIRTIYÊN SIYASÎ DE BI FIKAR IN

Navendê hikumeta Tirkiyê berpirsa jiyana girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de dibîne, li ser vî esasî banga başkirina mafên mirovan li Tirkiyê kir, nexasim der barê muzîkjen, hunermend û çalakgerên bi binpêkirinên dewleta Tirk re rû bi rû ne.

Navendê bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî binpêkirinên dewleta Tirk bisekinin û parastina jiyana wan bikin.

(eh)


Mijarên Din