‘Bicihneanîna daxwazên çalakgeran, nîşaneyeke xeternak e ji mafên mirovan re’

Siyasetmedar û hiqûqnasên taxa Şêxmeqsûd a Helebê tekez kir ku grevên birçîbûnê li dijî dagirkeriya Tirk bêhempa ne. Her wiha destnîşan kirin ku bicihneanîna daxwazên çalakgerên birçîbûnê nîşaneyeke xeternak e li ser berdewamkirina binpêkirinên hovane der heqê mafên mirovan de ye.

Greva birçîbûnê bi pêşengiya parlamenter Leyla Guven di roja xwe ya 193`yan de berdewam e. Çalakî bi tevlêbûna bi hezaran girtiyên siyasî, çalakvan û rewşenbîran ji tevahiya Kurdistanê û hejmarek dewletên Ewropayê, derbasî qonaxa rojiya mirinê bû. Çalakgeran bi armanca bidawîkirina tecrîda girankirî ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, dest bi hemleya xwe kiribû.

Girêdayî hemleyê û bêdengiya navdewletî li hemberê, endama Buroya Jinan a MSD`ê ya Helebê Neclaa Hemze ji ajansa me re axivî. Necla got: "Çalakgerên grevên birçîbûnê hemleya xwe derbasî qonaxa hemleya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Bi vê yekê ji tevahiya cîhanê re hêz, vîn û hebûna gelê Kurd ji bo berdewamkirina têkoşînê û şikandina tecrîdê îsbat dikin. Di vir de em pirs dikin gelo ev dorpêç û girtin ji bo çi ye? Em ji Tirkiyê re dibêjin tevî dîlgirtina Ocalan lê fikrê wî belav dibe."

Neclaa wiha domand: "Fedakariyên wan çalakgeran mezin in. Em binpêkirinên hikumeta AKP`ê di kesayeta Erdogan de şermezar dikin."

Neclaa destnîşan kir ku derbasbûna grevê ji vê qonaxê re dê bandoreke wê ya mezin li ser asta navdewletî hebe û di rûpela Erdogan de dê bibe lekeyek, ji ber ku çalakgerên grevên birçîbûnê nûnertiyê heq dikin û ew nikarin vîna gel û çalakgerên azadîxwaz têk bibin.

‘Dê berpirsên bêdengiya xwe bin’

Çalakvanê siyasî û hiqûqnas parêzer Mihemed Cemîl destnîşan kir ku çalakiya Leyla Guven û bi tevlêbûna bi hezaran çalakgeran şêwazek ji şêwazên têkoşîna siyasî ye.

Cemîl wiha berdewam kir: "Helbet daxwazên çalakgeran ên siyasî hene. Ev daxwaz li gorî destûra Tirkiyê ne. Ji mafê wan e bi serbestî nêrînên xwe yên siyasî vebêjin. Lê pergala zindanên Tirkiyê xwe naspêre rêgez û qanûnên parastina mafên girtiyan ên cîhanî."

Cemîl destnîşan kir ku Tirkiye heta niha mafên girtiyên siyasî binpê dike ji qutkirina avê, kehrebe, xistina wan di hucreyên yekkesî, teng û qedexekirina axaftinê û danûstandinê.

Çalakvanê siyasî û hiqûqnas Mihemed Cemîl tekez kir ku nebicihanîna Tirkiyê ya daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, nîşaneyeke xeternak e li ser berdewamkirina binpêkirinên hovane der heqê mafên mirovan de û got: “Divê dewletên têkildar berpirsên bêdengiya xwe bin û ew jî di komploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şirîk in.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din