​​​​​​​Bidawîbûna Sykes-Picot û xewna Erdogan a berfirehkirina dagirkeriyê

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran ê şaxê Hesekê Mihemed Beşîr got: “Armanca zêdekirina êrişên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewletên din ên Ereban, nêzîkbûna dema bidawîbûna hevpeymana Sykes-Picot e. Ev yek ji bo tevlêkirina herêmên ku dê dewleta Tirk dagir bike û ji nû ve vegerandina serdema Osmaniyan e. Bêdengiya navnetewî dikeve xizmeta planên dagirkeran.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Li gel van êrişan bêdengiyeke navnetewî ku piştgiriya berdewamkirina van êrişan û berfirehkirina herêmên dagirkirî dike, heye.

Çavdêr dibînin ku armanca êrişên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din ew e ku plan û projeyên xwe yên dagirkeriyê berdewam bike. Da ku ji nû ve bi serkêşiya Erdogan hegemoniya Osmaniyan li herêmê vegerîne.

VEGERANDINA MÎSAQÎ MILLÎ

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran-Hesekê Mihemed Beşîr dibîne ku zêdebûna êrişên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta Kerkûkê ji bo vegerandina Mîsaqî Millî ye. Her wiha hewl tê dayîn ku ji derveyî herêmên Mîsaqî Millî wekî Lîbya û Yemenê jî alozî bê derxistin.

Tirkiye bi rêya destwerdana li kar û barên Yemen û Lîbyayê li kêleka hikumeta Wîfaq ku piştî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat, dixwaze ku aloziyên xwe  yên hundirîn ên siyasî û aborî derxîne derveyî welatê xwe.

Mihemed Beşîr da zanîn ku di sala 2023`an de hevpeymana Sykes-Picot (Lozan) bi dawî dibe, lewra dewleta Tirk dixwaze ku gelek herêman dagir bike da ku di bin serwerî û hegemoniya xwe de bihêle.

HEKE NY`YÎ TEVNEGERE DÊ DAGIRKER SIYASETÊN XWE BERDEWAM BIKIN

Çavdêr dibînin ku bêdengiya navnetewî li hemberî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, başûrê Kurdistanê û dewletên din, piştgiriyê dide berdewamkirina êrişên Tirkiyê û rê li pêşiya avakirina qayîdeyeke Îxwan Mislimîn a nû bi rêya belavkirina fikrên radîkal li herêmên dagikirî, vedike.

Dewleta Tirk bi dagirkirina herêman têr nebû, binpêkirinên xwe  yên guhertina demografiya herêman, kuştin û talankirina milkên sivîlan bi alîkariya çeteyên xwe yên di bin navên cuda de kar dikin, berdewam dike.

Partiya AKP`ê ku Erdogan serokatiya wê dike şaxekî Îslama desthilatdar anku Îslama siyasyî ye û Îslamê wekî şêwazekî derxistina şer û berdewamkirina hegemoniyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran-Hesekê Mihemed Beşîr di dawiya axaftina xwe de bang li NY`yî û rêxistinên navdewletî kir ku li dijî van êrişên hovane, dagirkerî, guhertina demografîk, kuştin û talankirinê ya bi alîkariya çeteyan bisekinin û wiha got: "Heke NY`yî, dewletên herêmî û dewletên têkildar li pêşiya Tirkiyê nesekinin, dê dewleta dagirker siyasetên xwe berdewam bike."

(cx)

ANHA


Mijarên Din