Bijîşek: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar aniye

Bijîşkê beşê şewitandinê diyar kir ku artêşa Tirk di êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çekên kîmyewî kar aniye.

Bijîşkê beşê şewitandinê Ebas Mensûran ê ji Siwêdê hatiye Rojava, têkildarî êrişên Tirkiyê raporeke de amade kir.

Mensoran yê bi dildarî di nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Hesekê de kar dike bi dehan kesên şewitîne derman kir.

Mensoran di raporê de dibêje " Di 13 ‘ê Cotmeha 2019‘an ez di nexweşxaneya bajarê Hesekê de xebitîm da ku alîkariya birîndaran bikim û nêzîkî nexweşan bim."

Mensoran dibêje rapor ji 15 rûpelan pêk tê, li gel wê wêneyên birîndarên şewatê jî hene û wiha didomîne: "Di dema li wir bûm min hevdîtina a bi kesên bi rengekî ne normal birîndar bûne kir. Tecrûbeya min a di vî warî de vedigere qonaxa yekemîn a şerê Iraq- Iraqê di salên 80‘î de. Regên şewatê û bermahiyên wê yên ku min li Rojava dît cûda bûn û ne normal bûn. Ji min re eşkere bû ku ev şewat encamên bikaranîna çekên kîmyewî ne."

Bijîşk Ebas Mensoran di raporê diyar dike "Ez dikarin piştrast bikin ku fosfora spî û madyên kîmyewî di meha Cotmehê de li Rojava hatin bikaranîn."

Di raporê de tê destnîşankirin ku hejmarek mezin sivîl bi van çekan şewitîne "Me bi sedan nexweşan nas kirin piraniya wan sivîl jin û zarok bûn ji ber êrişên Tirkiyê komên îslamî yên li ser Serêkaniyê, Girê Spî û gundên derdora wê şewitî bûn."

Ebas Mensoran lîsteya  cûreyên birînên ji ber êrişên Tirkiyê amade kir. Lîste ji 15 bendan pêk tê, ji wan:

1-Piraniya qurbaniyên me ew derman kirine sivîl bûn.

2-Piraniya nexweşên ku min gel wan hevdîtin kirine diyar kirin ku ew ji ber teqemeniya ji balafirên bê mirov yên ne nenas hatine avêtin birîndar bûn.

3-Piraniya qurbaniyan ling an destên xwe winda kirin.

ANHA


Mijarên Din