"Bijîşkê xizanan" çîroka 150 lîreyan e ku kesek nizane

Li kolanek ji kolanên bajarê Serêkaniyê, kilînka bijîşkî nexweşiyên zarokan bi navê Hîlal El-Xidir heye. Xwediyê kilînkê alîkariya welatiyan dike û bi nirxekî madî pir kêm li gorî bijîşkên din ên herêmê nexweşan derman dike.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re di 2011`an de rewşa aborî gelek dijwar bû û nirxê kelûpelan buha bû. Lê rewşa li navenda bijîşkê zarokan Hîlal El-Xidir hîna mîna xwe ya beriya 25 salan e.

Nexweşê ku diçe kîlînka Dr.Hîlal El-Xidir, tenê 150 lîreyên Sûriyê wek keşfa muayeneyê dide. Ev nirx jî ji zêdetirî 20 salan ve namaye. Nirxa keşfa bijîşkên din niha 2 hezar lîreyên Sûriyê derbas dike.

Dr. El-Xidir hewl dide alîkariya kesên xizan bike. Ji ber ku dizane ku tebeqeya xizanan nikare 2 hezar lîreyên Sûriyê bide.

Ji aliyekî din ve buhabûna dermanan jî hiştiye ku lêçûna serdana bijîşkan zêde bilind bibe.

Hîlal El-Xidir di sala 1989`an de ji zanîngeha Helebê derçûye. El-Xidir di malbatekê de ji gundê Diwîre ku bi cotkariyê debara xwe peyda dike mezin dibe. Di sala 1994`an beşa zarokan xilas dike û iyadeta xwe vedike.

Dr. Hîlal ji roja ku kilînk vekiriye heta niha li bermaberî dermankirinê 150 lîreyên Sûriyê dibe.

Kilînka Dr. Hîlal ji yên bijîşkên din cûda ye, dema mirov derbasî kilînkê dibe gelek tişt bala wî dikşîne, mase û afîşeya bi navî navî û bawername ku li dîwar daliqîne nabêne, lê belê tenê pirtûk, lîstok û wêneyên girêdayî zarokan dibîne.

Di hevdîtinekê de li gel ajansa me El-Xidir dibêje ku ew di malbatek xizan de ku rewşa aborî dijwar derbas kiriye mezin bûye û wiha didomîne: "Xizantî gelek bandor li min kir. Ji ber wê ez hertim bi êşa xizanan û hewcedaran dihesim. Piştî ku ez ji zanîngehê derçûm, min di kilînkeke kirîkirî de dest bi kar kir. Min li beramberî her muayenekê 150 lîreyên Sûriyê dibir û heta niha ez wisa dibim ji ber ku rewşa şêniyên bajêr dijwar e û gelek xizan hene."

El-Xidir diyar dike ku ew rojane 11 saetan dixebite, ji 50 heya 70 zarokan derman dike. Her wiha tekez kir ku wijdanê wî rihet e ji ber şîara pêxember Mihemed a "Li yên li erdê rehmê bikin, wê yê jor rehmê bike" di jiyanê de esas digire.

(şx)

ANHA


Mijarên Din