Bijîşkan ji bo germê hişyarî dan

Bijîşkê hindirîn Dr. Mihemed Nûr Mûselî, ji bo germahiya havîna îsal hişyarî da şêniyên herêmê û got: “Kesên temen mezin, zarok û nexweşên ku nexweşiyên wan ên domdar hene divê di navbera saet 13.00 – 16.00’an de dernekevin derve.”

Li bajarê Qamişlo di van rojên dawî de pileya gihişt 46 pile. Zengila hatina demsala havînê lêxist. Li gotî texmînên pisporan dê di her du mehên pêşiya me de pileya germahiyê dê ji 50’yê derbas bike.

Şêwazên parastina ji tav ê

Germahiya zêde li ser tendûristiya mirovan bandor dike. Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo xwe ji germê biparêzin şêwazên cûda bikar tînin. Şênî bi paçên şil, kum,  karton, sîwan û desmalên spî xwe ji tavê diparêzin. Her wiha hinek kes jî şûşeyên avê bi xwe re digerînin û dema germ dibin avê li rû û serê xwe dikin.

Şêniya bajarê Qamişlo Habîbe Osman ku 65 saliye tekildarî germahiyê diyar kir ku çawa barana îsal zêde bû wê germahî jî zêde bibe û got: “Di germê de dev û pozê min zûwa dibe. Ez her tim bi xwe re şûşeya avê digerînim û dema germahiyê de avê li ser, rû û pozê xwe dikim.” 

Tekildarî bandoriya germahiyê li ser tendûristiya mirovan endamê Yekîtiya Bijîşkan û Bijîşkê hindirîn Mihemed Nûr Mûsellî şêniyên herêmê hişyar kirin.

Tava dinavbera saet 13.00- 16.00 bandorê li mejî dike

Dr. Mûsellî diyar kir ku kesên herî zêde ji tîrêjên Rokê bandor dibin, karkerên ku di nav erdan û li ser rêyan kar dikin, kesên temen mezin, zarok û nexweşên ku nexweşiyên wan domdar in. Dr. Mûsellî got: “Nexweşên ku nexweşiya dil, kezep, tansiyon, şekir, mîgren, penceşêr (Nexweşiyên domdar), jinên dûcanî divê dernekevin ji derve. Divê xwe ji germê biparêzin. Ev kes divê ji saet 13.00 heya 16.00 dernekevin ji derve. Tava di navbera van saetan de bandorê li ser mejiyê mirov dike. Kesên ku derdikevin ji bo rûyê xwe û sere xwe ji tavê biparêzin divê krêma tavê, kum, desmal, şemsiyê bi kar bînin û liber sihê bimeşin.”

Dr. Mûsellî bandora germahiya zêde li ser nexweşên ku nexweşiyên wan ên domdar hene vegot. Dr. Mûsellî got: “Dema tav li nexweşên ku nexweşiyên wan ên domdar hene dixe, bi wan re serêşî, îshal, verîşandin, xwêdan, bêhişbûn, sorbûn û şewata laş, çêdibe. Di rewşên wiha de divê nexweş yekser bê rakirina nexweşxaneya herî nêz.”

Dr. Mûsellî anî ziman ku kesên ji germehiya zêde bandor bûbe divê yekser wan bibin ber sehê, cilên wan jêbikin (tene cilê binî wî bihêlin) bi hewaya sar û avê laşê wan hînik bikin. Piştî van mûdexaleyan eger rewş baş nebe divê nexweş hildin nexweşxaneyê.

Nexweşiya herî zêde tifo çê dibe

Dr. Mûsellî diyar kir ku di havînê de nexweşiya herî zêde çêdibe tîfo ye û got: “Tîfo nexweşiyek mikrobik ku ji xwarin û ava nepaqij çêdibe. Ji ber germa zêde ku sebze û meywa xirab dike û bakteriyan zêde dike ev nexweşî herî zêde demsala havîn û payîzê de belav dibe. Divê hemû kes sebze û meywe bi ava xwê bişon. Divê ava vexwartinê jî bikelînin paşê vexwin.”

(bm)

ANHA


Mijarên Din