Bijîşkekî Nexweşxaneya Hesekê texmîn dike ku artêşa dagirker çekên qedexekirî bikar aniye

Bijşkekî  di Nexweşxaneya Gel a Hesekê de dixebite got: " Em bawer dikin ku artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê çekên li ser asta navnetewî hatine qedexekirin, bikar aniye.” Her wiha diyar kir ku ew tişt di encamên sereke yên keşifkirina çend rewşên şewatê yên hatine naxweşxaneyên Herêma Cezîrê de diyar dibin.

Piştî dewleta Tirk a dagirker di encama berxwedana lehengiya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya Berxwedana Rûmetê de, nikarîbû Bakurê Sûriyê dagir bike bi taybet Serêkaniyê, rabû dest bi bikaranîna çekên ku li ser asta navnetewî hatiye qedexekirin, bikar anîn.

Taxên bajarê Serêkaniyê rastî topbarana topavêj û moşekên artêşa dewleta Tirk a dagirker ku fosfora hatine qedexekirin têde têne bikar anîn. Her wiha dagirkeriya Tirk nahêle erebeyên ambulansê jî têkevin bajêr da ku birîndarên balafirên şer derman bikin.

Bijîşk Faris Hemo, diyar kir ku hin rewşên şewatê gihiştin Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê û wiha got: “Em rojan e bi dehan birîndarên êrîşê werdigrin, dewleta Tirk a dagirker hemû çekên giran bikar tîne, ev yek jî di rewşa giran a birîndaran re diyar dibe.”

Hemo her wiha got: “Birîna birîndaran ji ber parçeyên topan hatine şewitandin, lê îro hin rewşên şewatên cuda derketin, heta niha em nizanin ji ber çiye, em bawer dikin ku dewleta Tirk çekên li ser asta navnetewî hatine qedexekirin, bikar anîne wek yên kîmawî.”

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din