​​​​​​​Bijîşkên Kobanê: Hêza Kurdan di yekîtiyê de ye

Hin bijîşkên bajarê Kobanê gotin: “Pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye. Divê ev derfeta dîrokî neyê windakirin. Divê aliyên Kurd nekevin nava nakokiyên partiyekî yên teng. Ew nakokî nakevin xizmeta berjewendiyên gelê Kurd. Hêza Kurdan bal kişand ser pêwîstiya yekitiya Kurd, newindakirina şansa dîrokî ya bidestketî û neketina nava nakokiyên partîtî yên teng ku nakevin xizmeta berjewendiya gelê Kurd, her wiha piştrast kir ku hêza Kurdan di yekîtiyê de ye.”

Di vê pêvajoyê de dewletên dagirker bi taybet jî Tirkiye, bi hemû rêbazên leşkerî, siyasî û ragihandina şerê taybet êrişî herçar parçeyên Kurdistanê bi taybet jî Rojavayê Kurdistanê dike. Bi vê re jî ji bo avakirina yekîtiya Kurd kedên mezin tên dayîn.

Her çendî ji herçar parçeyên Kurdistanê banga yekîtiya Kurdan tê kirin jî, heta niha lihevkirinek aliyên Kurdan a rasteqîn derneketiye holê.

Bijîşkên Kobanê jî banga yekîtiya netewî ya Kurd kirin.

Di vê çarçoveyê de Dr. Ehmed Qadir ê ji bajarê Kobanê got: “Agahiyên di vê dema dawîn de ku ji bo yekîtiya kurdî hatine belavkirin, mizgînî ne. Yekîtiya Kurd û hewldanên heyî der barê rêbazên pêkanîna vê pêngavê de pir girîng in. Dewleta Tirk bi hinceta ku şerê PKK’ê dike, hemû Kurdan dike hedef. Yekîtiya partiyên Kurd dê rastiyên êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê derxe holê. Armanca Tirkiyê tunekirina hebûna Kurd e, ne ku şerê partiyekî Kurd bi tenê ye.”

‘EGER ŞANSÊ AVAKIRINA YEKÎTIYÊ WINDA BÛ, BERPIRSYAR DÊ PARTÎ BIN’

Dr.Mihemed Arif Elî wiha anî ziman: "Piştî destekeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destê QSD’ê bi dest ketine, dewleta Tirk êrişî herêmê kir ku van destkeftî û serkeftinan têk bibe. Çareya guncaw a ji vê qonaxa dijwar û hesas re yekîtî ye, ne ku windakirina vê derfetê ye. Heke me ev derfet winda kir, dê partiyên Kurd berpirsê xeteriya li ser gelê Kurd bin.”

‘DESTKEFTÎ Û SERKEFTINÊN ME YÊN PÎROZ HENE, EM NAXWAZIN BADILHEWA BIBIN’

Dr. Bextiyar Muderês Husên diyar kir ku gelê Kurd di salên aloziya Sûriyê de gelek derfetên dîrokî, ji ber neyekbûna nêrîna Kurd û nakokiyên di nava partiyan de winda kirin.

Bextiyar Muderês Husên di dawiya axaftina xwe de got: "Bi saya kesa şehîdên ku QSD’ê dane, li ser asta cîhanê cihek baş ê gelê Kurd heye. Destkeftî û serkeftinên me yên pîroz hene, em naxwazin badilhewa bibin. Pêwîste Kurd lêvegerek siyasî çêbikin, hêviya me heye ku yekîtiya Kurdan ava bibe.”

 (fr)

ANHA 


Mijarên Din