Bijîşkên labortiwara li ser çawaniya bikaranîna alava "KÎT" perwerde dibin

Bijîşkên labortiwara Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser çawaniya bikaranîna  alava "KÎT" ya keşifkirina bi lez a vîrusa Koronayê perwerde dibînin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîneke çapemeniyê de ku 20‘ê Adarê li hola civînan li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin ragihand ku wan tecrubeya ku dikare nexweşiya vîrusa Koronayê ya nû di 30 çirkeyan de teşxîs bike, vedîtine.

Ev tecûrebe bi encama keda hevpar a Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û peymangeha Peas-Institut a Swêdê pêk hat. Ev tecûre li bajarê Wohan ê Çînê hate bikaranîn û encamên baş da.

Pispora di peymangeha Swêdê Merziya Bijîşkên labartwaran ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser çawaniya bikaranîna  alava "KÎT" ya keşifkirina bi lez a vîrusa Koronayê perwerde dike. Perwerde li Nexweşxaneya Gel a navçeyê Amûdê tê dîtin.

Merziya awayên bikaranîna alavê şîrove kir û  got "Ger balxem tune be, ji bo paqijkirina dev, bi avê xirxir dike. Piştre çend caran dikuxe. Paşe nimuneya ji balxemê dixin sêniyekê. Pelika ezmûnê KÎT dikin balxem heya 15 çirkeyan. Pitre pelik di navbera 30 çirkeyan heya deqeyekê wisa dihêlin. Piştî ku encam derdikeve sêniye nimuneyê tê şewirandin."

Merziya ji bişîşkan xwest ku ev KÎT rojane li ser kesên bi vîrûsê ketine bi kar bînin, heger encamên baş e, yanî rewşa nexweş baş e û ji nexweşxaneyê tê derxistin.

Piştî doktorên laboratîwar li ser bikaranîna "KÎT" perwerde bibin, dê li nexweşxane û laboratorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin belavkirin.

ANHA


Mijarên Din