Bijîşkên pispor ji bo xweparastina ji germahiyê hişyarî dan

Têkildarî girîngiya xweparastina ji germahiyê hin bijîşkên pispor hişyarî dan şêniyan. Bijîşkan destnîşan kir ku ji ber germahiya zêde gelek nexweşiyên ku divê xwe jê biparêzin, nexasim li gel kesên temenmezin û zarokan çêdibin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê havîneke pir germ derbas dibe. Li hin herêman germahî digihêje zêdetirî 50 pileyî.

Têkildarî mijarê, bijîşkên taybet bi nexweşiyên hundirîn û zarokan li ser pêlên germê yên bilind hişyarî dan û tekez kirin ku divê li ber tavê neyê sekinandin û rêbazên xweparastina ji germê bên girtin. Li gorî bijîşkan, germa zêde, westabûn, sistbûn û zuhabûnê li cem mirovan çêdike û nexasim li cem zarokên nû ji dayik bûne.

Ji bo hişyarkirina dayikan ji bo parastina zarokên xwe, bijîşka bi navê Meryem Ebdulrehîm Ehmed hişyarî da dayikan ku nehêlin zarokên xwe di bin tavê de bilîzin bi taybetî di navbera saet 10 heta 4`an de. Meryem Ebdulrehman diyar kir u germahiya zêde hin caran şewata dereceya yekê çêdike û laş gelek madeyên avî ji dest dide.

Dr.Meryem her wiha da zanîn ku hin cureyên baktîriya û vîrus zêdetir di demsala Havînê de aktîv dibin û di made û rûviyan de iltîhabê çêdike û dibe sedema zikêşiyê, verşiyê û kêmxwarina zarokan.

Ji bo parastina zarokan ji germahiya havînê, Dr.Meryem Ebdulrehîm Ehmed hin şîret dan dayikan:

- Divê di navbera saet 10`ê sibehê û 4`an piştî nîvro de ji malê dernekevin û heke derketin jî cilên teng û rengê girtî li zarokan nekin û kuman bidin serê  wan.

- Divê her du saetan şîr bidin zarokan. Her wiha divê pileya germahiya malê di navbera 22-25 de  be û ji bo xweparastina ji guhertina pileya germahiyê divê cihê zarokan di malê de neyê guhertin.

- Divê dûrî xwarinên hazir û yên di qutiyan  de bikevin, ji ber ku  qutî ji bo aktîvbûna baktîriyayê cihekî guncew e.

- Di dema çûyîna sûkê de, divê zarok di erebeyên girtî de neyên hiştin.

- Divê madeyên avî ji bo zarokan bên dayîn, ji ber ku kêmbûna wan di laş xeteriyê li ser dil û gurçikan çêdike.

Bijîşkê taybet bi nexweşiyên hudnirîn Rêzan Îbiş diyar kir ku germahiya zêde bandorê li belavbûna xwînê li çerm dike  û rêjeya xwêdanê zêde dike.

Her wiha îşaret pê kir ku hewayê odeyê ya şil di demsala havînê de, kunikên laş digire û çalakiya xwêdanê asteng dike û di encamê de laş diwerime.

Dr. Rêzan kesên temenmezin jî ji derketina ber tavê hişyar kirin û nexasim yên ku nexweşiyên dil û tansyonê bi wan re hene. Ji ber ku germahî dihêle ku wesatbûn, sistbûn û gêjbûnê hîs bikin û dibe ku ji ser hişê xwe ve biçin.

Dr. Rêzan her wiha ji bo kêmkirina bandora germahiya zêde hin şîret dan û diyar kir ku li gorî pêwîstiya laşê mirov divê ji 2 heta 4 lîtreyên avê bên vexwarin, ji bo neşewitandina laş divê melhemên xweparastinê û kum bên bikaranîn û divê li ber tavê kar neyê kirin.

cx

ANHA


Mijarên Din