Bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê ji nû ve derdikeve holê

DYA’yê gefa bersivdayînê li rejîma Sûriyê xwar ku heger hate teqezkirin ku rejîmê çekên kîmyewî bi kar anîbin. Di heman demê de Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê got gelek “şano” ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam û tevgera Kumspiyan ve di vê çaroçoveyê de têne kirin.

Duh bi rêya daxuyaniyekê  DYA`yê dîsa mijara bikaranîna rejîma Sûriyê ji çekên kimyewî re li Sûriyê xiste rojevê.

Berpirsekî payebilind ê DYA’yê got delîl hene ku hêzên hikumeta Sûriyê amadekariyên çekên kîmyewî li Idlibê baregehe sereke ya opozîsyona çekdar li Sûriyê, dike.

Ji ber wê roja sêşemê, DYA bi rêya wezareta xwe ya karên derve gef li rejîma Sûriyê xwar. Daxuyaniya wezaretê ku Reutersê belav kir, diyar kir ku DYA`yê û hevalbendên wê heger teqez bikin ku rejîma Sûriyê çekên kîmyewî li Idlibê bi kar aniye, dê bi awayekî lez û guncaw bersivê bidin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova bersiv da û got hinek dane hene ku destnîşan dikin çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi alîkariya rêxistina Kumspiyan amadekariyên şanoyeke kîmyewî dike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din