‘Bila CPT bi erka xwe rabe’

Çalakgerên greva birçîbûnê di bin konê piştgiriya grevê yê herêma Cizîrê de diyar kir ku bêdengiya saziyên mafên mirovan encama şirîkbûnê ye û got “Bila CPT bê alî bi erka xwe rabe.”

Li bajarê Qamişlo çalakiya konê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û çalakgerên rojiya mirinê di din dirûşma “Em hemû Leyla Guven in” di roja 5’mîn de dewam dike.

Konê çalakiyê li Parka 19’ ê Tîrmehê ya taxa Erbawiyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kantona Qamişlo û Kongreya Star ve hatiya vedan.

Kon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê hatiye xemilandin. Nivîsên “Tecrîdê bişikînin faşîzmê têk bibin bi rêber Apo re azad bijiîn”, “Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin neteweya demokratîk mîsoger bikin”, “Sûnda me pergala Îmraliyê parçe bikin bi rêber Apo re azad bijîn”, di kon de hatine daliqandin. Heyva Sor a Kurd jî ji bo rewşên lezgîn amade ye.

Îro jî 165 şêniyên navçeya Amûdê 3’yemîn nobeta greva birçîbûnê ya bênavber ji 133 çalakgerên bajarê Qamişlo wergirtin. Tê payîn ku nobeta wan 2 rojan dewam bike. Pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan serdana konê çalakiyê dikin. Her wiha saziyên Rêveberiya Xweser û PYD jî di bin kon de amade bûn.

‘Tecrîd komploya duyemîn e’

Çalakgerê greva birçîbûnê Halim Hiko ji bajarê Qamişlo ye û ev 5 roje di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku girtina Ocalan komploya yekemîn bû û bi tecrîdê re komploya duyemîn dewam dike û got: “Dewleta ku dîktatorî tê de hebe wekî Tirkiyê tu carî piştgiriya demokrasiyê nake. Ji bo wê ji bilî berxwedanê tu çare tune ye.”

Hiko destnîşan kir ku îro ew jî di bin kon de piştgiriya Leyla Guven û hevrêyên wê dikin.

Halim Hiko wiha dewam kir: “Rêber Apo hemû pêkhate li derdora xwe kom kirin. Hêzên navneteweyî û saziyên mafên mirovan ku her roj derdikevin ser qadan û dibêjin em mirovahiyê diparêzin, ka mirovahiya wan? Ev bêdengî encama şirîkbûna bêhiqûqî ye. CPT bi van nêzîkatiyên xwe alîgiriya xwe jî diyar dike. Dema ku CPT serdana rêber Apo dike û tekildarî rewşa serokatî tu agahiyan nede ev ne hiqûqî ye. Bila CPT bê alî  bi erkên xwe xwe rabe.”

Hêjayî bîrxistinê ku nobeta greva kon her 2 rojan carekê tê guhartin.

(mk)

ANHA 


Mijarên Din