Bilindbûna asta ava çemê Firatê metirsiyê li ser gundan çêdike

Ji ber bilindbûna asta ava çemê Firatê, metirsî li ser zevî û bi dehan gundên rojavayê bajarê Kobanê çêdibe.

Ji ber barana zêde ku li herêmê bariya, ev roja 4`emîn e ku asta ava çemê Firatê yê rojavayê bajarê Kobanê zêde bûye. Ji ber bilindbûna asta avê, metirsî li ser gundên li qeraxa rojhilat a çemê Firatê wekî gundên Boraz, Qube, Cede, Til Ehmer,  Qasimiye, Qumlix û navçeya Şêxler çêdike ku di bin avê de bimînin.

Îro jî rêyên sereke yên li nêzî çemê Firatê di bin avê de man.

Hikumeta Tirkiyê ev çend roj e hezar û 85 metrekabik av di saniyekê de berdide. Lê li gorî rêkeftina di navbera Sûriye û Tirkiyê de, diviyabû ku Tirkiye 500 metrekabik av di saniyekê de bi ser axa Sûriyê de berde. Lewre dewleta Tirk avê jî wekî çekekê li dijî herêmên Bakurê Sûriyê bi kar tîne.

Ji aliyekî din ve jî karkerên bendava Tişrînê ya Bakurê Sûriyê, hemû henefiyên bendavê vekirin da ku metirsiyê derbas bikin. Hêjayî gotinê ye ku rojên în û şemiyê, asta ava bendava Tişrînê 10 cm rabû.

(kc)

ANHA


Mijarên Din