Bilindbûna nirxê dolar li Şedadê bû sedema girtina dikanan

Hin bazargan û xwediyên dikanan ên li navçeya Şedadê deriyên dikanên xwe bi sedema bilindbûna nirxê dolaran ku li hember lîreyê Sûriyê gihîştiye 1200’an, girtin.

Li sûkên navçeya Şedadê rewşeke dijwar piştî bilindbûna bihaya dolarê amerîkî li hember lîreyê Sûriyê heye. Her dolarek li hember lîreyê Sûriyê gihîşt 1200 hezarî. Ew jî bandorê li jiyana şêniyan dike.

Vê yekê hişt ku gelek bazirgan û xwediyên dikanan kirîn û firotinê rawestînin û dikanên xwe heta demeke nediyar bigirin.  Şêniyên navçeya Şedadê ya bakurê kantona Hesekê giliyê ji ber bihabûna budçekirina dolar li hember lîreyê Sûriyê dikin ku neyîniyek li ser rewşa jiyanî çêkiriye.

Şêniyê bi navê Salim Sultan da zanîn ku debara wan a jiyanê bi dolar ve girêdayî ye ku her dolarek li hember lîreya Sûriyê gihîşt 1200’î. Sultan bal kişand ser ku bilindbûna dolar bû sedema girtina hin dikanan û xebata kirîn û firotinê heta aramiya budçeyê rawestiye.

Sultan bang li aliyên pêwendîdar kir ku rewşa şêniyan di ber çavan re derbas bikin û hewl bidin çareseriyên guncaw ji bo aramiya rewşa jiyanê bên dabînkirin.

Girêdayî mijarê, Husam Husên jî da zanîn ku bazirganên kel û pelên xwarinê yên bingehîn û xwediyên dikanên bazariyê yên biçûk xebata kirîn û firotinê heta îstiqrara dolar rawestandine. Husên wiha diyar kir: "Girtina dikanan bû sedema aloziyê li sûka herêmê û afirandina rewşeke tevlihev di nava şêniyan de."

Husên got ev pirsgirêk bi nearamiya bi budçekirinê ve girêdayî ye ku gihîştiye asta herî bilind.

 (fr)

ANHA


Mijarên Din