Bin Elewî: Îran ji diyalogan re amade ye, lê ne di rewşên niha de

Wezîrê Karên Derve yê Umanê Yûsif Bin Elewî tekez kir ku Îran der barê siyaseta derve de ji lihevkirinê re amade ye, lê ne rewşên niha de ku di bin fişarê de ye.

Ajansa Îsna ya berfermî ya xwendekaran a Îranê daxuyaniyên Bin Elewî di dema serdana wî ya Îranê de ragihand ku Bin Elewî wiha raber kiriye: "Her kes dizane ku rewşa niha xirab bû, dê cîhan jî zerarê bibe, lê ne pêkane pêşbîniya encamên asta bilindbûna krîzê bê kirin, ji şaştiyên normal ku belkî derkevin ez bi fikar in û ji şaştiyên ku dê herêmê ber bi şewitandineke mezin ve bibin jî ez metirsîdar im.”            

Bin Elewî wiha lê zêde kir: “Îranê ji bo lihevkirina der barê siyaseta derve amade ne, lê ne rewşên niha de ku ew di bin zextê de ye.”

Wezîrê Karên Derve yê Umanê di axaftina xwe de wiha got:"Di heman demê de em texmîn dikin ku herdû alî (Amerîka – Îran) û hevalbendên wan dizanin ku tevlîheviya heyî dibe ku karîstekê bi xwe re bîne û dibe ku bi lihevkirinekê bi dawî bibe."

(bx-fr)


Mijarên Din