Binesaziya dibistanên Tebqayê tê sererastkirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di çarçoveya plansaziya sala perwerdeyê ya sêyemîn a piştî rizgarkirinê de, dest bi projeya sererastkirina binesaziya dibistanan kir ku bi awayekî beşî wêran bûne.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê dest bi pêkanîna plansaziya salê kir. Komîteyê dest bi sererastkirina 10 dibistanan li navenda bajêr û her du gundewarên rojhilat û bakur kir ku bi awayekî beşî di encama kiryarên çeteyan de beriya ku bajêr rizgar bibe, wêran bûne.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê çavdêriya 149 dibistanên tevahiya astên xwendinê dike jê 49 li Tebqa, 38 li El-Mensûra û 110 li El-Cirniyeyê ne. Li gorî ku komîteyên ragihandiye, hejmara dibistanên ku bi temamî wêran bûne, gihaşt 13 dibistanan tevî 13 dibistanên ku bi awayekî beşî wêran bûne.

10 dibistanên ku dê werin sererastkirin ev in: Celam Ebdulnasir, Ibin El-Nefîs, El-Muhdese ya keçan, Izdîn El-Qesam li Tebqayê. El-Mezrea El-Şemeliye, El-Xifiye El-Şemeliye û El-Barûde li gundewarên rojhilat tevî dibistana El-Mehmudlî, El-Mezyune û El-Cirniye li gundewarên bakurê rojava.

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Henano Xelîfe destnîşan kir ku projeya sererastkirina dibistanan roleke mezin di sivikkirina zextê li ser dibistanên din de dilîze, bi taybet li navenda bajêr. Ji ber hejmara zêde ya xwendekaran dewama dibistanan dabeşî 2 beşan bûye; sibê û piştî nîvro bi taybet di her sê refên xwendinê yên destpêkê de yên asta seretayî. Xelîfe destnîşan kir ku ev çareserî demkî bû û bi sererastkirina dibistanan re dê ev pirsgirêk were derbaskirin.

Tê destnîşankirin ku hejmara xwendekaran li herêma Tebqayê gihaşt zêdetirî 47 hezar xwendekaran ji her du zayendan û ji tevahiya astên xwendinê ve.

Komîte dê binesaziya wan 10 dibistanan sererast bike, dîwarên wan boyax bike, derî, pencere, dep û daniştokên fêrgehan amade bike.

Li gorî ku Xelîfe îşaret pê kiriye, komîte niha sererastkirina zêdetirî 15 dibistanan li Tebqa, El-Cirniye û El-Mensûra lêkolîn dike û di vê betlaneyê de bi dawî bike.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo perwerdekirina mamosteyan 10 navend li bajar û gundewarên rojhilat û bakurê rojava hazir kirin. Tê payîn ku dewreyên perwerdeyê ku dê zêdeirî 500 mamoste beşdar bibin, destpêka meha bê dest pê bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din