Binesaziya kevin a Kobanê tê nûkirin

Endezyarê Şaredariya Gel ê bajarê Kobanê Ziyad Hacî got: “Bi gelek sedeman êdî  binesaziya kevin a bajêr bi kêr nayê. Lewma şaredarî li ser guhertina binesaziya bajêr dixebite.”

Di van demên dawîn de xebatên kanalîzasyon û kolandinê li bajarê Kobanê nexasim di havînê de zêde bûn. Lê ji ber ku piranî xebatên ku berê li taxan hatine kirin, weke torên kanalîzasyonê, gelek rêyên bajar zirar dîtin. Di vê çarçoveyê de endazyarê Şaredariya Gel ê bajarê Kobanê Ziyad Hacî girêdayî sedemê zêdekirina kar an jî nûkirina torên kanalîzasyonan li bajêr û bi taybet li taxên kevin de, ji ajansa me re axivî.

Hecî got: “Sedemên sereke yên ku torên kanalîzasyonê li taxên kevin a Kobanê tên nûkirin ew in ku piranî kanalîzasyonên kevin ne li gorî tevgera avahîsaziya nû ya li bajêr in. Xetên kevin piranî stûriya wan naghijin 30 cm û bi wê re jî her tim dixetimin.”

Hecî diyar kir ku barana dijwar bû sedema xetimandina piranî xetên kanalîzasyonên kevin, şaredariyê jî bi xetên stûr ên 60 cm guhartin.

Guhartina torên kanalîzasyonê li taxên Şehîd Fîras bi dirêjahiya 350 m, Şehîd Xebat bi 500 m pêk hatin. Ji wê jî zêdetir dê li taxa Şehîd Serhed jî xebata guhartinê bi dirêjahiya 975 m di hefteya bê de dest pê bike.

Li tevahî taxan dê guhartina torên kanalîzasyonê bi torên 60 cm bên kirin.

Weke hejmara giştî, şaredariyê xebata zêdetirî 5 hezar metre ji torên kanalîzasyonê di nava nûkirin û çêkirinê de pêk aniye.

Endazyar Ziyad Hacî aşkere kir ku di planên xwe de zêdetirî 10 hezar metre dê di nava guhartin û nûkirinê de rast bikin. Anku şaredariyê ta niha nîvê plana ku daniye bi cih aniye.

Av li taxên kevin bi sedema xetimandina torên kanalîzasyonê bi ser erdê dikeve. Lê şaredarî tevî alav û derfetên kêm jî hewl dide pirsgirêkê çareser bike.

Dê şaredarî rêyên van taxên ku torên kanalîzasyonê tên nûkirin, sererst bike. Ev jî barekî giran e li ser şaredariya ku dê bi dehan kolanên bajarê Kobanê bi hejmara kêm a alavan resotre bike.

Bi her awayî şaredarî nikar kolanên taxan sererast bike heta misogeriya bi temamî ya binesaziyê neke.

Li bajarê Kobanê di vê dawiyê de çalakiyên berfireh ên xebatên sererastkirin û restorakirina bajarê Kobanê û gundewarên derdora wê, pêk tên.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din