Binkeftina aborî ya hikumeta Erdogan, bû sedema îstîfakirina serokê Banka Navendî

Aloziya aborî ya ku Tirkiyê tê re derbas dibe, dibe sedema parçebûnê di hundirê hikumeta AKP’ê de. Li ser vê bingehê îro serokê Banka Navendî piştî nakokiyên bi hikumetê yên di derbarê kêmbûna rêjeya sûdwariyê de, îstîfa kir.

Li gor di destûra serokatiyê, ku roja Şemiyê weşandî, serokê Banka Navendî ya  Tirkiyê îstîfa kir û li şûnê cîgirê wî hat erkdarkirin.

Naveroka destûrê ew e ku erkdarkirina cîgirê serokê Banka Navendî Murad Uysal ji bo serokatiya Banka Navendî li şûna Murat Çiten Kaya ku di Nîsana 2016’an de hatibû erkdarkirin. Di destûrê de sedema vê bergiriyê nehat aşkerekirin.

Hin agahî di van demên dawîn derbarê pirsgirêka aboriyê de hatin aşkerekirin ku di navbera Çiten Kaya û hikumetê de derheqê pêwîstiya kêmkirina sûdwariyê de nakokî derketin.

Banka Navendî ya Tirkiyê rêjeya bingehîn a sûdgirtinê ji sedî 24 diyar kir.

Aboriya Tirkiyê di merheleyeke dijwar a mezinbûna pereyî re bi rêjeya ji sedî 15,72 a îsal di Hizêranê de piştî di Gulanê de bû ji sedî 18,71 derbas dibe.

(fr)


Mijarên Din