Binpêkirina agirbesta li Idlibê di roja 35`an de dewam dike

Binpêkirina agirbestê ku ket roja 35`an, dewam dike. Hêzên hikumeta Sûriyê û komên çeteyên girêdayî Tirkiyê li gundewarên Idlibê, cihên hev topbaran dikin. Dewleta Tirk jî sewqiyetên leşkerî şandin herêmê.

Peymana agirbestê ku Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyîp Erdogan di destpêka Adara borî de li serê li hev kiribû, di roja 35`an de tevî binpêkirinan, dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) wiha daxuyand: "Piştî şeva çarşemê, hêzên rejîmê bi moşekan herêmên li El-Fetîra û Sefohin ên çiyayê Zawiyê li gundewarên başûrê Idlibê, hedef girtin. Li seranserê “herêma Pûtîn-Erdogan” jî bêdengiyeke baldar heye.”

SOHR`ê duh topbarana bi moşekan a hêzên hikumeta Sûriyê li dijî herêmên li El-Sefîre, Sefohin, El-Fetîra û El-Bara yên başûrê Idlibê, derdorê Sermîn li rojhilatê Idlibê, Girê El-Hedadê li gundewarên bakurê Lazîqiyê û bajarê Etarib ê gundewarên rojavayê Helebê, hemwextî firîna balafirên keşfê yên Rûsyayê û balafirên Tirkiyê li asîmanê herêmê, şopandibû.

Her wiha komên çeteyên girêdayî Tirkiyê bi gelek moşekan, cihên hikumeta Sûriyê li Sermîn a rojahilatê Idlibê, hedef girtin.

Hemwextî dewamkirina binpêkirinên agirbestê, artêşa Tirk a dagirker hêzeke din û sewqiyatên leşkerî şandin herêmê. SOHR`ê diyar kir ku piştî şeva çarşemê, karwanekî din ê artêşa Tirk ku ji derdora 25 erebeyan pêk dihat, ji dergehê Kefir Lûsîn ê li ser sînorê bi Lîwa Skenderon re ket erdên Sûriyê û ber bi nuqteyên Tirkiyê li Idlibê ve ket rê.

Bi berdewama ketina karwanên Tirkiyê re, hejmara erebeyên ku bi destpêka agirbesta nûve  ketine erdên Sûriyê bû 2 hezar û 395 erebe tevî bi hezaran leşkeran.

Li gorî SOHR`ê, ji 2`yê Sibatê û heta niha hejmara kamyon û erebeyên leşkerî ku gihîştine herêma "kêmrageşî", zêdetirî 5 hezar û 800 kamyon û erebeyên leşkerî yên dewleta Tirk ketine erdên Sûriyê ku tê de tank, erebeyên veguhastina leşkeran, panzer, cihên nobetdariyê yên gerok û dij guleyan, her wiha di vê demê de zêdetirî 10 hezar û 300 leşkerên Tirk li Idlibê û Helebê bi cih bûne.

Çavdêr dibînin ku di civîna Pûtîn û Erdogan a 5`ê Adara borî de, Tirkiyê agirbest qebûl kir ku da ku di dema agirbestê de hêza xwe xurt bike. Her wiha tekez dikin ku dê Tirkiye peymanê pêk neyne, ji ber ku naxwaze ku Heyet Tehrîr El-Şam (berê Cebhet Nusra ku di lîsteya terorê ya navdewletî de ye)  ji hev bê xistin, ji ber ku bi rêya HTŞ`ê, dewleta Tirk çavnebariyên xwe li Sûriyê pêk tîne.

cx

ANHA


Mijarên Din