Binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê berdewam in

Dagirkeriya Tirk gelek rêbazan bi kar tîne da ku demografiya Efrînê biguherîne. Li ser vê yekê zêdetirî 350 hezar kes ji şêniyên resen dan koçberkirin, da ku şêniyên parêzgeha Idlibê li şûna wan bi cih dike.

Bi armanca guhertina demografiya kantona Efrînê, dagirkeriya Tirk malbatên çeteyan û şêniyên ji herêmên din bi taybet ji Idlibê li Efrînê bi cih dike.

Çavkaniyan ragihand ku dagirkeriya Tirk li nêzî gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê, gundê Sûrkê yê navçeya Reco û li navenda Cindirêsê kampên nû ava dike. Tevî firehkirina kampan li gundên Mele Xelîl û Mihemediye yên girêdayî navçeyê.

Her wiha dagirkeriya Tirk çeteyên xwe tevî malbatên wan ên ji Idlibê bi rêya bicihkirina wan li Efrînê, diparêze. Li gorî çavkaniyan dagirkeriya Tirk heta niha zêdetirî hezar malbat ji Idlibê anîne Efrînî û di gundên her du navçeyên Şiyê û Bilbilê de li malên şêniyên Efrînê yên ku hatine koçberkirin, bi cih kirine.

Revandin berdewam e

Çeteyên dagirkeriya Tirk revandina şêniyan didomînin. Bi armanca fîdyeyan û ji bo ku şêniyan bidin koçberkirin, her kesekî gelek caran direvînin. Ajansa me navên kesên ku di demên cuda yên vê mehê de hatine revandin belge kirin. Lê dîsa jî çaranûsa gelek kesan ji derdora salekê ve ne diyar e.

Şêniyê bi navê Mihemed Ibrahîm di sala 1969`an de ji dayik bûye, ji şêniyên gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê ye û bavê 6 zarokan e. Ibrahîm ji ber ku di 14`ê Gulanê de hilberîna çiloya rezan a wî talan dikin û bi awayekî hovane lê didin, piştî çend rojan jiyana xwe ji dest dide.

Di 15`ê Gulanê de çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Ehmed Birîm (33) cara sêyem direvînin. Her wiha şêniyê bi navê Ebdo Mihemed (25) ji gundê Miskê jorîn ê navçeya Cindirêsê revandine, heta niha çaranûsa her duyan ne diyar e. Beriya çend rojan şêniyê bi navê Tahir Şahîn ji gundê Basûta yê navçeya Şêrawayê revandine.

Ji aliyekî din ve çarenûsa şêniyê bi navê Hemze Ibrahîm (25) û xwişka wî Asya ji gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê, şêniyên bi navên Hesen Hemo, Zêneb, Mihemed Hemo û Sewliye ji gundê Kumreşê yê navçeya Recoyê hîna ne diyar e.

Her wiha dagirkeriya Tirk hevkarên xwe yên di meclisan de jî direvîne. Dagirkeriyê qaşo endamê meclisa herêmî ya Cindirêsê Cîgerxwîn Semo ji gundê Hec Hesna revand.

Dagirkeriya Tirk roj rojê bacê li şêniyan ferz dike. Dagirkeriyê li xwediyê traktorekê baca 500 dolar ferz kir û neçar kir ku wê bide.

(şx)
ANHA


Mijarên Din