​​​​​​​Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker berdewam in

Macid Temo yek ji şêniyên ku dewleta Tirk a dagirker ew ji warê wî yanî ji Serêkaniyê koçber kirî ye. Temo got: “Dîmenek hat ji min re. Di dîmen de artêşa Tirk mala min xirab dikin.”

Ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 300 hezar sivîl koçberbûne û hêj êriş berdewam in.

Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser li bajarê Hesekê zêdetirî 64 navend û kampa Waşûkanî li bajarokê Tiwênayê ji bo bicihkirina koçberan vekir.

Serpêhateyên koçberên bi darê zorê ji  malên xwe derketine cuda  ne. Artêşa Tirk a dagirker û koma çeteyên bi navê "Artêşa Wetenî ya Sûrî" malên sivîlan xerabkirin û hin jî şewitandin. Milkê gel telankirin û bi sedan mal hilweşandin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê xelkê teşwîqî vegera li herêmên dagirkirine dike. Lê belgeyên şêniyan bi rêya hin kesên li malên xwe mane bidestxistin.

Macid Temo ji koçberên herêma Serêkaniyê ye û niha li navendekê bicihbûye. Artêşa Tirk mala Macid Temo topbaran kirin. Temo got: “Ji ber êrişên artêşa Tirk û topbarana herêmên me, em ji malên xwe derketin.”

Temo dîmenekî ku tê de artêşa Tirk mala wî hildiweşînin bidestxistiye. Temo dibêje: “Isbat di destê min de heye ku artêşa Tirk mala min hilweşandine. Hevalê min ê ku li bajêr maye, ji min re şandiye. Rewşa kesên li Serêkaniyê mane zor e. Artêşa Tirk li dijî sivîlan binpêkirinan pêk tînîn. Xizmet tuneye, malan talan dikin, kesan direvînin û fîdeyeyan beranberî  serbestberdana wan dixwazin.”

Temo bal kişand ser rewşa navendê û got: “Rewşa me baş e û em ê ta vegera li herêmên xwe li ber xwe bidin.”

Temo bang li rêxistinên navdewletî kir ku li dijî artêşa Tirk bisekinin û wan ji bajêr derxînin, da ku li malên xwe vegerin.

Şêniya bi navê Siltanê Sîno ji Serêkaniyê ye. Niha tevî xuşk û diya xwe li navendeke ku Rêveberiya Xweser ji bo koçberan veqetandiye, dimîne. Siltanê wiha got: “Ji ber topbarana artêşa Tirk em ji malên xwe derketine û kesên li bajêr dimînin ji me re gotin, çeteyan mala te şewitandine û tenê dîwar mane.”

Siltanê Sîno bal kişand ser rewşa kesên li hundirê bajarê Serêkaniyê mane û wiha anî ziman: “Ne kehrebe û ne jî av heye. Li gel vê yekê nêzîkatiyên çeteyan bi kesên mane re ne baş e.”

Siltanê Sîno bang li civaka navdewletî kir ku çeteyan ji bajêr derxînin û garantiye vegera li malên xwe bidin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din