‘Binpêkirinên ku li Efrînê tên kirin ne dûrî kiryarên DAIŞ’ê ne, divê sûcdar werin darizandin‘

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê binpêkirin hêzên dagirker ên di mehên Gulan û Hezîranê de belge kir. Berpirsên rêxistinê binpêkirinên li Efrînê bi sûcên şer bi nav kirin û gotin: “Binpêkirinên ku li Efrînê tên kirin ne dûrî kiryarên DAIŞ’ê ne, divê sûcdar werin darizandin.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyê wê yên mehên Gulan û Hezîranê de li Efrînê kirine, belge kirin.

Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê Îbarhîm Şêxo diyar kir ku çeteyên El-Hemzat ku li navenda Efrînê, Cindirêsê, Şêrawa û gundên derdora wê serwer bûne bi desteka "Polîsên Leşkerî" di 20 û 21 Hezîranê de li gundên (Keferzeyt, Telef, Gûziyê, Kefer Delê yê Jorîn û yê Jêrîn) yên navçeya Cindirêsê operasyonên girtinê pêk anîn. Di operasyonê de Mixtarê gundê Keferzeyt Zuhêr Ezîz (50) û Kurê wî Îbrahîm Ezîz (15), Mihemed Ferîd (40), Xelîl Hesen Ebdo (60), Ebdo Mehmûd (50) û kurê wî Beşar Mihemed Hesen (15) û Elî Gulê Xeyrî (39)  hatin revandin.

Şêxo da zanîn ku di 21‘ê Hezîranê de çeteyan welatiyê bi navê Hec Xelîl Umer (80) ji gundê Kefer Delê yê Jorîn girtin, êşkence kirin û pereyên wî talan kirin.

Li gorî Îbrahîm Şêxo çeteyên dagirkeriya Tirk di 14‘ê Hezîrana 2019‘an  welatiyê bi navê Hisên Ereb Îsmaîl (77) yê ji navçeya Şiyê bi tawanên ne exlaqî gitin û ew avêtin bîra di mala wî de. Her wiha 400 hezar lîreyên Sûrî jê dizîn.

Şêxo da zanîn ku çeteyên Koma Emşat a girêdayî dagirkeriya Tirk di 18‘ê meha Hezîranê de welatiya bi navê Sebiriya Derwîş a ji gundê Qermitik ji mala wê qewitandin û ew neçar kirin ku 500 dolarî bide heta vegere mala xwe. Şêxo got ku çeteyan hezar 800 dolar xwest ji bo terektora wê ya çandiniyê lê vegerînin, her wiha 2 hezar dolarî bide ji bo li mala xwe bimîne û malbatên çete di mala wê de neyên bicihkirin.

Îbrahîm bi bîr xist ku çeteyan di 21‘ê Hezîranê li gundê Gewendê yê Racoyê bira Şêxo, Hebîb û Remzî ji gund derxistin û malbatên çeteyan li mala wan bi cih kirin.

Şewitandina zeviyan

Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyê wê li gundên Badîno û Dimiliyê yên Racoyê  daristanên çiyayî û hezar û 500 dar şewitandin.

Şewitandina cenazeyan

Îbrahîm Şêxo di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku çeteyên di 19‘ê Gulana 2019‘an welatiyên bi navê Reşîd Hemîd Xelîl, Şerefedîn Seydo û zarok Mihemed Reşîd Xelîl ji bajarê Ezazê revandin û fideyaya 10 hezar dolar ji malbatên wan xwestibû, ji ber ku malbatan nedikarî bidin, çeteyan di 23‘ê heman mehê de Reşîd Hemîd Xelîl kuştin û cenazeyê wî avêtin baxçeyekî li gundê Qestel Cindo. Reşîd şopên êşkenceyê li laşê wî hebûn û çavên wî hatibûn derxistin.

Şêxo diyar kir ku 23‘ê Gulana 2019‘an cenazeyê Şerefedîn Seydo yê 60 salî şewitî hate dîtin, çavê wî hate derxistin li cihê ku Reşîd lê avêtibûn, hate dîtin.  Şêxo anî ziman ku çeteyan di 24‘ê Hezîranê de welatiyê bi navê Rustem Misto yê ji gundê Axcelê şewitandin, piştî demek berê hatibû revandin.

Şêxo anî ziman ku kiryarên li Efrînê têne kirin dighêjin asta sûcên şerên li dijî mirovahiyê û ji binpêkirinên çeteyên DAIŞ‘ê ne dûr in.

Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku fişarê li Tirkiyê û çeteyên wê bikin da ku ji Efrînê vekişin û got: “Divê sûcdaran sewqî dadgeha navdewletî bikin, her wiha şêniyên Efrînê vegerinînin warê wan.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din