'Binpêkirinên li dijî şûnwaran sûcên şer in, divê sûcdar werin darizandin'

Parêzer Îsmet Îbrahîm diyar kir binpêkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şûnwaran, li gorî qanûnên naveteweyî sûcên şer in û destnîşan kir ku divê sûcdar werin muhasebekirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên ku dagirkirine ne tenê sûcan li dijî şêniyan pêk tînin, di heman demê li dijî cihên dîrokî, mal û milkên giştî jî pêk tînin.

Di gelek raporan de sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî yên li dijî cihên dîrokî  hate belgekirin, ji wan sûcan dizîn û talankirina şûnwaran e, her wiha firotina wan li sûka reş a Tirkiye.

Parêzer û endamê Yekitiya Parêzeran a Kobanê Îsmet Îbrahîm îşaret bi nirxên manewî û dîrokî yên cihên dîrokî kir û wiha got: "Dewleta Tirk bi çavekî madî li şûnwar û cihên dîrokî dinêre. Ji ber ku dewleta piştî binketina xwe ya desteserkirina petrola Sûriyê, berê xwe da şûnwaran, da ku a aboriya xwe ya hilweşiyayî xurt bike. "

Îbrahîm eşkere kir ku armanca dewleta Tirk îmhakirina dîroka gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ye.

Îsmet Îbrahîm diyar kir ku peyman û lihevkirinên navneteweyî yên parastina şûnwaran hene, ji peymana Lahay bigire heta bi Cinêvê. Lê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirina tevahî qanûnên navneteweyî û sûcên şer e.

Li gorî peymana Lahay a yekemîn a 1954’an, divê di demên şer de milk û şûnwar werin parastin. Her wiha li gorî madeya 5’an a peymana Lahy divê aliyê ku herêmekê dagir dike, tedbîrên lez ên ji bo parastina şûnwaran û milkên çandî yên wê herêmê pêk bîne.

Lê di naveroka peymana Lahay a duyemîn a 1999’an de û li gorî madeyên wê yên 12, 13 û 14’an qedexe ye ku dagirker milk û şûnwaran derxe derve yan jî cihên dîrokî yên li herêmên dagirkirî vekole.

Li gorî qanûnên navneteweyî talankirin û dizîna şûnwarên dîrokî sûcên şer e, her wiha li gorî qanûna navneteweyî gelek hêman ji bo parastina herêmên şûnwarî yên dîrokî hene, jê jî divê şûnwar neyên wêrankirin, dizîn û talankirin.

Îbrahîm bi lêv kir ku heta niha dewleta Tirk li gorî tu bendekê ji bendên parastina şûnwaran tev negeriye.

Îbrahîm destnîşan kir ku tevahî kiryarên dewleta Tirk ên li xaka Sûriyê sûcên şer in. Ji ber ji bo derbasbûnê, xwe spart peymana Edenayê ku erêkirina wê di parlamentoya Sûriyê û Tirkiyê û heta ya NY’yê de, tune ye.

Parêzer Îsmet Îbrahîm di dawiyê de got divê Erdogan û çeteyên wî tevî serbazên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî, li gorî qanûnên navneteweyî werin muhasebekirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din