​​​​​​​Binpêkirinên li Efrînê berdewam in

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê didomin. Neçar dimîne kiriyê mala xwe bide ji bo ku tê de bijî. Rastî lêdana çeteyên Sultan Murad tê. Çeteyan li rex talankirina mala wî, malên şêniyên gund hemû talan dikin û heta mizgefta gund jî û darên zeytûnê qut dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe li dijî şêniyên Efrînê yên resen didomînin. Ji bo guhertina demografiya wê, şêniyan didin koçberkirin.

Gelek çîrokên wan binpêkirinan hene jê çîroka şêniyê bi navê N.M ê (62(. Bi xwe ji gundekî girêdayî navçeya Şera ya girêdayî kantona Efrînê ye. Tenê ji 20 rojan ve ji kantona Efrînê derketiye.

TALANKIRIN NAYÊN WESIFANDIN JI MALAN DESTPÊ DIKIN Û LI MIZGEFTAN BIDAWÎ DIBIN

N.M behsa talankirinên ku li kantonê rû didin kir û wê bi pîşeyekê ku qezenca zêde ji çeteyan re peyda dikin wesifand. N.M diyar kir ku çete bi awayekî eşkere li ber çavên her kesî  didizin. Çeteyan mala N.M û kurê wî talan dikin heta ku têlên kehrebeyê ji hundirê malê vekirin.

N.M wiha domand: "Di şevekê de şiyar bûm, min dît ku çete sol û amûrên nêçîriya masî didizin. Tevî hinek tiştên din. Her tişt li gund talan kirin. Heta tevahiya pêdiviyên mizgefta gund dizîn."

RASTÎ LÊDANÊ TÊ JI BER KU XWEST HURMETA MALA XWE BIPARÊZE

Piştî destpêkirina şer li bajarê Idlibê û gundewarê wê malbatên çeteyan bi awayekî komî ber bi Efrînê ve koçber bûn. N.M îşaret pê kir ku asta guhertina demografiya herêmê zêde bûye. Heta gihaşt kesayeta wî û got: "Li ber mala min zêdetirî 23 kon hatin vedan. Malbatên çeteyên artêşa Tirk a dagirker tê de bi cih bûn. Di wê kêliyê de jiyana min veguherî dojehê."

N.M wiha berdewam kir: "Di roja din de ez çûm mala xizmekî xwe da ku nêrîna wî ji bo derketina jig und bigirim. Lê ez bi telefona hevsera xwe şaş mam. Got çeteyan deriyê malê şikandin. Ez bi lez çûm mal. Çeteyên Sultan Murad tevî malbatên xwe li wir bûn. Dema min ji wan pirs kir çima li mala min in. gotin êdî mal ne ya te ye, niha bû ya me. Li min dan û gule li hawayê berandin."

ODEYEK JI MALA MIN WEKE KIRÎ BI 13 HEZAR LÎREYÊN SÛRIYÊ DAN MIN

N.M di nav gotinên xwe de got: "Piştî li min dan, min xuşandin û şikandina derî berdewam kir. Piştre malbatên xwe derbasî mala min kir û ji min re gotin; tu bixwazî naxwazî ew ê bi te re bijîn. Odeyek ji mala min weke kirî beramberî 13 hezar lîreyên Sûriyê dan min. Min kirî da ji bo bimînin heta ku xwe amade dikim ji gund derkevim."

Çeteyan zêdetirî 7 malbatan di mala N.M bi cih kirin. Nehiştin di mala xwe de tevger bike heta mitbax lê qedexe kirin. Ger bixwesta nan bixwara divê bikire.

LI BER ÇAVÊN XWEDIYÊN ZEVIYÊN ZEYTÛNÊ, DARAN QUT DIKIN Û DIFROŞIN

Şêniyê bi navê N.M destnîşan kir ku çeteyên Sultan Murad rojane daran qut dikin. Bi taybet bi şev. 17 darên N.M qut kirin tevî ku hilberîna zeytûnê talan kirin.

Li gorî N.M hinek şênî li cem artêşa Tirk a dagirker gilî kirin, lê zabitên Tirk gotin: "Ji me re dîmenekê bi şev bînin ku ew daran qut dikin piştre em ê pê re bidin û bistînin."

N.M piştrast kir ku dema şêniyekî gundê Meydankî nehişt çete darên wî qut bikin, çeteyan ew şênî kuştin û cenazeyê wî di nav zeviyê de veşart. Çeteyan 300 darên wî şênî qut kirin.

N.M ji ber wan binpêkirinan biryar da koçber bibe û mal, milkên xwe li dû xwe hişt û niha li Helebê ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din