Biradost Mîtanî: Kurd bi saya fedekariyên YPG û YPJ`ê veguherîn sembola têkoşîna cîhanî

Nivîskar û lêkolînerê dîroka Kurdî Biradost Mîtanî got: “YPG û YPJ`ê rolek pêşeng di vejandina Kurdên Sûriyê de lîstin. Bi berxwedanê, li ser asta cîhanî serkeftinên mezin ji bo dîplomasiya Kurdî bidest xist.”

Bi şoreşa Rojava re, bi taybet piştî şer bi DAIŞ’ê re, hêzên Kurd YPG û YPJ bûn hêzên navnetewî. Vê yekê jî bi xwe re nasnameya Kurd bi hemû cîhanê da nasîn.

Girêdayî mijarê nivîskar û lêkolînerê dîroka Kurdî Biradost Mîtanî ji ajansa me re axivî. Mîtanî di destpêkê de got: "Bê pergala parastinê ya xurt wê gel li hember xeteriya tunebûnê bimîne. Gelê Kurd di dîrokê de pergalek civakî ava kir. Kurdan şerê herî mezin di dîrokê de bi navê "Oman Menda" li dijî imperatoriya Akadî kir. Bi rêya wê dijmin  ji axa Mezopotamyayê derxistin.”

Mîtanî diyar kir ku pêşiyên Kurdan Mîtanî ji ber ku di şeran de xurt bûn,  careke din xwe bi rêxistin kirin û artêşek bi navê "Mîrtan" an jî ku bi navê "Şovalye ( siwarên çekdar)" ava kirin. Lê ev imperatorî rastî gelek şikestinan hat. Di encamê de li ser destê farisan hilweşî û ji wê demê ve Kurd di dîrokê de hatin paşguhkirin. Heta derketina YPG  û YPJ`ê di serdema nûjen de."

Her wiha Mîtanî destnîşna kir ku YPG û YPJ`ê têkoşîna Kurdan di qada navnetewî de dan nasandin.

YPJ û YPG’ê komên girêdayî El-Qaîde Cebheta El-Nusra, DAIŞ û girêdayî atêşa Tirk a dagirker di dirêjahiya herêmên Rojava de, ji Girkê Legê bigire, Hesekê û Serêkaniyê heya bigihêje Efrînê şikandin û ji herêmê derxistin.

Mîtanî bal kişand ser rola berxwedana YPG û YPJ’ê di runiştandin û pêkanîna têgeha neteweya demokratîk de û ev tişt teqez kir: "Tevahiya serkeftinên dîplomasî yên Kurdên Sûriyê bi saya berxwedana vê yekîneyê pêk hatin. Her wiha navê Kurdan li tevahiya cîhanê belav bû."

Di dawiyê de Mîtanî diyar kir ku YPG  û YPJ ji gelên azadîxwaz re bûne sembol.

(şx)

ANHA


Mijarên Din