Birîndarî û binçavkirin li El-Dufa El-Xerbiye

Vê sibehê 4 filistînî bi guleya artêşa Îsraîlê birîndar bûn. Her wiha jî 9 filistînî di hemleya serdegirtinê ya ku li cihên cuda li El-Dufa El-Xerbiyê hatiye destpêkirin de, hatin binçavkirin.

Nûçegihanê me li ser zimanê Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ragihand ku 4 filistînî bi sedema guleavêtina artêşa Îsraîlê ya di şerê li bajarê Xelîl ê li El-Dufa El-Xerbiyê rû daye de yê der barê redkirina kongreya Behreynê û Hevpeymana Serdemê de, birîndar bûn.

Li aliyekî din jî artêşa Îsralê diyar kir 9 kesên filistînî li El-Dufa El-Xerbiyê piştî serdegirtina mal û desteserkirina milkiyetên wan ên taybet, binçav kirin.

Têkildarî mijarê, çapemeniya Îsraîlê der barê girtiyan de da zanîn ku artêşa Îsraîlê kesên bigûman ên ku beşdarî çalakiyên li dijî artêşê bûne, hatine binçavkirin.

Di vê derbarê de jî Kanala Îsraîlê ya (7) lê zêde kir ku hêzên artêşa Îsraîlê şevê berê nirxekî madî ya bi hezaran dolar ji malên filistiyan bi tewana ku ji bo pêkanîna çalakiyên li dijî artêşê ye, desteser kirine.

Li aliyekî dîtir jî, nûçegihanê me got Îsraîlê vê sibehê diyar kir ku derbaskirina sotemeniyê ji bo bikaranîna şîrketa kehbreyê ya Xezayê weke bersivdayîna avêtina napoxên şewatê ji Xezayê ber bi bajar û cotkarên Îsraîlê ve, qedexe kiriye.

Çapemeniya Îsraîlê anî ziman ku Îsraîlê biryara rawestandina sotemeniyê ji bo jenetora kehbreyê ya yekane li Xezayê da ku berrsiva berdana napoxên şewatê ya ber bi Xezayê ve bide, daye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din