Birîndarên şer: Divê herkes parastina xwe bike

Birîndarên şer bang li şêniyên bajarê Hesekê kir ku pabendî qedexeya derketina derve bin û li hember Koronavîrusê xwe biparêzin.

Li herêm û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca parastina ji vîrusa Koronayê hîn jî qedexeya derketina derve berdewam e.

Şervanên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û artêşa Tirk a dagirker de birîndar bûne, nêrînên xwe der barê biryara Rêveberiya Xweser a qedexeya derketina derve de anîn ziman. Şervanan bang li gel kir ku parastina xwe û malbata xwe ji vîrusê bikin û pabendî biryara derketina derve bin.

Yusif Îbrahîm li bajarê Minbicê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe daye û birîndar bûye. Îbrahîm der barê qedexeyê de got divê her kesek li gorî pêwîstiyên xweparastinê tev bigere. Îbrahîm got: "Tekane daxwaza min ji xelkê bajarê Hesekê û bi gişî gel heye ku di vê demê de li malên xwe rûnên. Divê bê zanîn ku vîrusa Korona (Covid-19) bi lez belav dibe. Derfetên me jî ji ber şerê li herêmê kêm e. Lewma heke li herêmên belav bibe, dê gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Li ser vî esasî banga me ji şêniyên me ew e ku ji malên xwe dernekevin. Ji ber vê, çareseriya herî baş a parastina ji vîrusê ye."

Yusif Îbrahîm bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku alav, madeyên dezenfektekirinê bidin Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku parastina xwe ji vîrusa Koronayê bikin.

Li aliyê din jî Ehmed Abdulhekîm ê ku di sala 2018`an de li Dêrazorê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de birîndar bûye, hişyarî da û got: “Xetereya vîrusê di ser texmînan re ye. Heta dewletên di zanistê de pêşketî jî nekarî vê vîrusê têk bibin. Heya niha dermanek jî jê re peyda nekirine. Ji bo wê ez bang li şêniyan dikim da ku li gorî biryara qedexeya derketina derve tev bigerin û xwe biparêzin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din