Birîndarên şer: Em ê di oxira azadiya gelê xwe de parçeyên din ên laşê xwe feda bikin

Birîndarên şer ên bajarê Minbicê diyar kirin ku axa bi xwîna Şehîdan hatiye avdan, tu kes nikare dagir bike û tekez kirin ku ew amade ne li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bisekinin.

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyip Erdogan gefên dagirkeriyeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Beşên cuda yên civakê piştrast kirin ku ew amade ne herêmên xwe biparêzin û li gorî bingeha şerê gel ê şoreşgerî berxwedanê mezin bikin.

Xalid Mihemed ku birîndarekî şer e, di sala 2014'an de tev li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bû da ku şerê DAOŞ'ê bike. Mihemed di operasyoneke li dijî DAIŞ'ê de lingekî xwe winda kir. Xalid Mihemed dibêje ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze dest bavêje destkeftiyên bi saya şehîdan li herêmê hatine bidestxistin, vê yekê bi rêya gefên dagirkirina herêmên nû yên Sûriyê dike.

Mihemed tekez kir ku ew wek birîndarên şer ku perçeyên laşê xwe winda kirin, çiqas dem di ser re derbas be jî, lê ew ê dev ji bihusteke axa xwe jî bernedin.

Mihemed destnîşan kir ku weke ku çawa QSD'ê çeteyên DAIŞ'ê li herêmê têk bir, dê li hember êrişên dagirkeriya Tirk ķu hewl dide vîna gel bişkîne û xêrên welat talan bike, bisekinin.  Mihemed twcî ku perçeyek ji laşê xwe winda kirî, lê soz da ku ew amade ne li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

Mihemed El Emîn jî yê ji şêniyên Minbicê ku di şerê li dijî çeteyan de çavekî xwe winda kir, dibêje: “Dewleta Tirk li ku derê bû dema ku DAIŞ'ê êrişî Minbicê kir? Herêma bi saya fedekariyên şehîdan hat rizgarkirin, em ê rê nedin dewleta Tirk a dagirker ku dest biavêje herêmê.”

El Emîn diyar kir erka wan ew e ku ax û rûmeta gelê xwe biparêzin û got: “Em amade ne ku di oxira azadiya gelê xwe de perçeyên din ji laşê xwe bidin,”

Ehmed El Îsa ku ew jî ji Minbicê ye û di operasyona rizgarkirina Minbicê de destê xwe winda kir, diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê li dijî DAIŞ'ê de 13 hezar şehîd feda kir. Her wiha tekez kir ku ne mafê dewleta Tirk nîn e ku gefên êrişeke nû li dijî herêmê bixwe.

El Îsa wiha axaftina xwe bi dawî kir:" Niha gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aramî û ewlehiyê de dijî, ev yek li xweşiya dewleta Tirk naçe. Ji lew re, bi hemû rêbazan hewl dide ewlehiyê têk bibe. Em ê destûra vê yekê nedin.”

(dm)

ANHA


Mijarên Din