Birînên birîndaran nenormal in û bi dermanên şewatê nayên dermankirin

Ji ber çekên ku artêşa Tirk li dijî sivîlan bi kar anî, şewata birîndaran rehet nabe, kadroyên nexweşxaneyên  Qamişlo pêwîstiyên bi alavên tenduristiyê û bijîşkan anîn ziman.

Malik Seed Maaş ji bajarokê Til Koçer a Girkê Legê ya herêma Cizîrê ye, ew jî di nava karwanên ku di 13`ê Cotemhê de ber bi Serêkaniyê ve diçûn, de bû û karwan rastî topbarana artêşa Tirk hat, di encamê de 12 sivl şehîd bûn, di nava wan 2 rojnemevan hebûn, ku ew jî Seed Ehmed Reşo û Mihemd Reşo bû, her wiha 75 kesên din birîndar bûn, di nava wan de 7 rojnamevan hebûn.

Niha Malik Seed Maaş li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo tê dermankirin, rû û destên wî bûne qirik, êdî sehekên rûyê wî nayên dîtin, hingî birîna rûyê wî kur e, êdî bi êş û janê nahise, ji ber topavêjan ku tê pêşbînkirin topavêjin di nava cîhanê de qedexekirî ne, canê wî tijî parçe ne.

Malik diyar kir ku ew wekî sivîlên herêma Cizîrê, ji ber baweriya wan bi berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ya li dijî êrîşên dewleta Tirk, her wiha destekdayîna ji berxwedana bêhempa ya ku heta niha şervanên QSD`ê û şêniyên Serêkaniyê didine meşandin, bi hejmareke sivîlên bajarên xwe, Til Koçberê re di 13`ê Cotmehê de ber bi bajarê Serêkaniyê ve çû.

Malik got, ku karwan ji sedan kesan pêk dihat û da ku destekê bidine berxwedana Serêkaniyê ew bi rê ketin û wiha dewam kir: “Dema em gihan yekser artêşa Tirk karwan topbaran kir, paşê ji bo xelek xwe biparêzin, ketin nava taxan û êdî kes nizane çi qewimî. Ez bawer im kesên ez bi wan re bûm zêde êşiyane, ji ber top li orta karwan ketin."

Ji ber vê yekê rûyê Malik Seed û destên wî zêde hatin şewitandin, her wiha bi dehan parçe di laşê wî de hene, lê belê kadroyên tenduristiyê yên li nexweşxaniyên bajarê Qamişlo dibêjin, ku nizanin çima ewqasî şewatên wan xerîb in, di gel ku nizanin bê çawê dê derman bikin.

 ‘Min rewşên wiha qet nedîtine’

Muxedirê bi navê Îbrahîm Îbarahîm ku li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo dixebite û heman nexweşxaneya ku Malik Seed lê derman dibe got: “Rewşên têne nexweşxaniyên zêde xerîb in û wan tu carî rewşên wiha nedîtine, ez ji sala 1984`an ve û heta îro karê bincê dikim, lê belê wekî rewşa Malik nehatiye ber destên min.”

Îbrahîm wiha amaje bi rewşa şewata Malik kir û got: “Dermanê em bi kar tînin tu sûdê nade şewata Malik, di gel ku rewşa şewatê wekî berî çend heftiyan e û nayê rehetkirin.”

Îbarhîm îşaret bi pêwîstiya bi alavên tenduristî û bijîşan kir, heta ku bikarin rewşên wiha rehet bikin.

Artêşa Tirk ji 9`ê Cotmehê ve bi hemû çekên giran û di nava cîhanê de qedexekirî ne, êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji ber vê yekê zêdetirî nîv milyon sivîl ji malên xwe derketin, zêdetirî 200 sivîl şehîd bûne, di nava wan de 22 zarok û zêdetirî 700 kesên birîndar in hene.

(eh)

ANHA


Mijarên Din