​​​​​​​Biryara Konseya Ewlehiyê gefan li hezeran koçberên Sûrî dixwe

Piştî deriyê Til Koçerê yê ku alîkariyên mirovî têre derbasî herêmê dibûn hat girtin, Konseya Ewlehiyê ya NY'yê biryar da ku alîkariyên mirovî tenê di korîdoreke di bin serweriya çeteyên Tirkiyê de ye derbasî herêmê bibin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedhezeran koçber û penaberên ku ji ber vê biryarê di rewşên zehmet de dijîn, hene.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedhezeran koçber û penaberên ji herêmên cûda yên Sûriyê ku ji ber rewşa şer revîne, pêşwazî kiriye. Koçber û penaberan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aramî û ewlehî dîtin û di kamp yan jî navendan de bicih bûn.

Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkariya hemû koçber û penaberên di kamp û deverên cûda ji bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dike.

Li gorî serjimariya Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 17 kamp li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, ji wan 10 fermî ne (Kampa Newroz, kamp Roj, kampa Holê, kampa Erîşa, kampa Waşûkanî, kampa Til El-Semin, kampa Mehmûdiyê, kampa Cedîdet El-Hemir û kampa rojhilat û rojava yên Minbicê.)

Her wiha hejmarek ji kampên bêser û ber hene ku koçberan ava kiriye, piraniya wan li ser qiraxên çemê Firatê ne.

Li gorî serjimariya rêveberiya kampan hejmara niştecihên di 10 kampan de 111 hezar û 256 koçber û penaber in (26 hezar û 317 malbat).

Nêzî hezar malbat di kampên bêserûber de dijîn.

ROJ BI ROJ REWŞA JIYANÎ ZEHMETTIR DIBE

Ji ber alîkarî nayên şandin, koçber û penaberên di kampan de di aliyê jiyanî û tenduristî de zehmetiyan dikişînin.

Koçberê bi navê Abdulah Mihmed El-Elî yê  ji Dêrazorê di kampa Erîşa ya başûrê bajarê Hesekê de dijî.  El- Elî  wiha got: "Rewşa tenduristiyê di kampê de ne başe. Derman tine ne. Alîkariyên mirovî ku têra malbatan bike, tine ye. Em tu karî jî nakin û buhayên kel û pelan pir bilind bûne."

CARA 15`AN MOSKO VETTO LI DIJÎ BERJEWENDIYA GELÊ SÛRÎ BIKAR TÎNE

Di 10`ê Çileyê de, piştî ku Rûsya û Çîn di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de veto li dijî biryara dirêjkirina mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan bi rêya sînor ji Sûrî re bikar anîn, NY`yê biryara girtina deriyê Til Koçer (Yarûbiyê) yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.  Deriyê Til Koçer Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Iraqê ve girêdide. Li gorî Konseya Ewlehiyê ku alîkarî tenê di nuqteyeka deriyê Bab El-Hewa ku di bin serweriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye derbasî herêmê bibe.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ji 2011`an ve ev cara 15`an e ku Moscko Vetto di NY`yê de bikar tîne.

Ev biryar bandoreke neyînî li rewşa mirovî û tenduristî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Barê berpirsiyariyê li ser Rêveberiya Xweser di tedbîrkirina karûbarên koçber û penabaran de zêde dike û metirsiyên ji ber karesateke mirovî çêdike.

GIRTINA DERIYÊ TIL KOÇERÊ KARASETEKE MIROVÎ JI KOÇBER Û PENABERAN RE ÇÊDIKE

Deriyê Til Koçer ji girîngtirîn deriyên sînor ên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji bo derbaskirina alîkariyan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, bikar tîne.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, piştî girtina deriyê sînor, alternatîf nehatiya peydakirin ku alîkarî tê re derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe. Li gorî raporên NY`yê  1,3  milyon kes sûdê ji vî derî digre.

Bi girtina deriyê Til Koçer re ku  tekane rêyên derbaskirina alîkariyan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û destpêkirina Qanûna Qeyser ku di 17`ê Hezîranê de dest pê kir, ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bû.

DOSYAYA MIROVÎ KIRINE MIJAREKE SIYASÎ

 Hevserokê Buroya Karûbarên Mirovî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Hemo got: “Biryara Konseya Ewlehiyê dosyaya mirovî dike mijareke siyasî. Girtina deriyê Til Koçerê û tenê alîkarî di deriyê Bab El-Hewa re derbas bibin, dosyaya mirovî  û tevgera alîkariyan dikin mijareke siyasî."

Ferhad Hemo wiha domand: "Em bang li dewletên pêwendîdar û NY`yê dikin xebatên mirovî ji armanc û zextên siyasî cûda bikin. Dewleta Tirk zeviyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewitand. Avê weke şerekî li dijî şêniyan bikar tîne û ev yek dikeve asta sûcên şer de."

Ferhad Hemo bang li dewletên pêwendîdar kir ku alîkariyan derbasî Sûriyê bike, tu amûrên din nede Tirkiyê da ku li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar neyne.

Çalakvanê siyasî Munzir Mihmed jî berpirsiyariya rewşên zehmet ku ji ber biryara Meclisa Ewlehiyê derketine xist ser milê Rûsya û ev tişt got: "Bikaranîna Rûsya ji Vetto li dijî deriyê Til Koçer ji bo pêkanîna siyaseta wê ya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Weke pêngavekê ji bo destekdayîna Tirkiyê, hikûmeta Sûrî û Îranê ye û hewldanê avakirina zexteke gelêrî li dijî îradeyê ye. Ji bo ku şertên wê werin pejirandin. Rûsyayê ji bo girtina deriyê Bab El-Hewa Vetto bikar neanî, çawa ji bo deriye Til Koçerê bikar tîne. Sedema wê jî ji bo hindek nêzîkatiyên Rûsî – Tirkî girêdayî aloziya Sûriyê, hene.”

Munzir Mihemed di berdewama gotina xwe de ev tişt got: "Tirkiye nêzîkatiya xwe bi Rûsya re keysbaz dike. Ew dixwaze herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Girtina deriyê Til Koçerê li gorî berjewendiyên hikûmeta Sûriyê jî ye. Ji ber ew dixwaze aboriya gaz, petrol, genim bilind bike û aboriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne di bin serweriya wê de ye ji ber wê jî zexta Rûsî – Tirkî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xizmeta hikmeta Sûriyê dike.”

Munzir Mihmed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heger alîkar bi rêya deriyê Bab El-Hewa derbasî herêmê bû û di aliyê çapemenî de propaganda jêre hate kirin, tu zelalî der barê mekanîzmeya kar de namîne. Dewletên alîkariyê ji şêniyan re dişînin heta kîjan astê dizanin alîkarî wê bighêje şêniyan. Tu girîngiyê nadin vê yekê.”

(bx)

ANHA


Mijarên Din