Biryara Meclisa Ewlehiyê ya der barê jinan de hate nîqaşkirin

Di çarçoveya werşeya kar a ku Meclisa Jinên Sûriyê duh li Kobanê der barê biryar Meclisa Ewlehî ya bi hejmara 1325 a têkildarî jinan, nîqaş hate kirin.

Di civînê de, endama Desteya Meclisa Jinên Sûriyê Cîhan Mihemd, berdevka bi navê Meclisê Lîna Bereket, rêveber, endamên Meclisa Jinên Sûriyê yên li kantona Kobanê, Girê Spî û bajarê Minbicê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk amade bûn.

Jinên beşdarî civîna ku li navenda Weqfa Jina Azad a girêdayî bajarê Kobanê hate lidarxitin bûn, der barê biryara Meclisa Ewlehiyê ya girêdayî jinan, ku balê dikişîna ser taybetiya jinan û beşdariya di xebatên parastin û avakirina aştiyê de li herêmên ku şer dîtine, nîqaş kirin.

Di vê der barê de jinên ku beşdarî civînê bûne pêşiyar û nêrînên xwe yên der barê parastina jinan û jinên ciwan di dema şer û rewşên tevlihev de, her wiha beşdariya di xebatên avakirina aşîtiyê ku dê li gorî pîvana biryarê be, anîn ziman.

Gotubêjin ku hatine kirin bal kişandin ser avakirina sazûmaniya jinên ku azara aloziyê kişandine, her wiha divê jin di der barê kesybaskirina cinsî  de were hişyarkirin û bang li hikumetên peywendîdar were kirin ku divê her dem li gorî biryara 1325`an tev bigere.

Her wiha bal kişandin ser girîngiya pêkanîna vê biryarê li Sûriya ku ji beriya 8 salan ve ratî şer û wêrankirinê hatiye, ku jin jî bi hemû awayî bûne qurbaniya  tund û revandinê.

Di dawiya civîna werşeya kar de, jinên beşdar nêrînên xwe der barê mijarên civînê û mijarên ku der barê wan gotubêj hatine kirin, anîn ziman.

(eh)

ANHA 


Mijarên Din