‘Biryarên hikumeta Başûrê Kurdistanê girêdayî biryara dewleta Tirk e’

Endamên Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê diyar kir ku ji ber tunebûna demokrasiyê û bandora desthilatdariya dewleta Tirk li ser dayîna biryarên hikumeta Başûr, asayîşa Başûrê Kurdistanê bersiva daxwaznameya Ronahî Tv nade.

Kanala Ronahî Tv di 3`yê Sibatê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku rêveberiya wan ji Cotmeha 2020`an de daxwaznameyeke fermî şandiye ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re da ku buroyeke xwe li Başûrê Kurdistanê vekin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên Asayîşê li Hewlêrê ew daxwazname li cem xwe hiştiye û erê nekiriye û got: "Em wek rêveberiya Ronahî TV dibînin ku tiştên Asayîşa Başûrê Kurdistanê têkildarî nepêkanîna civîna komîteya peywendîdar gotine, bihane ne, da ku karê televîzyona me li Başûrê qedexe bikin."

Têkildarî vê mijarê hevserok û endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Kurdiyar Dirêî xuya kir ku ew ê asayîşa hikumeta Başûrê Kurdistanê bersiva kanala Ronahî TV nede jî û wiha got: "Ez bi gumanim ku daxwaznameya Ronahî TV neyê erêkirin, sedem ew e ku piştî Başûr Kurdistanê fedralî pêk aniye di hemû qadên herêmê de ketiye bin siya dewleta Tirk de."

‘JI BER ZEXTÊN DEWLETA TIRK, RONAHÎ TV LI BAŞÛR NAXWAZIN’

Dirêî diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê baş dizane ku kanaleke wekî Ronahî TV her dem kiryarên dewleta TIrk li pêş gel radighîne û ji wan re rewşê zelal dike û wiha domand: "Li ser vê yekê dewleteke wekî dewleta Tirk vê yekê qebûl nake, dema dewleta Tirk qebûl neke hikumeta Başûrê Kurdistanê bi tena xwe nikare erê bike."

Dirêî wiha got: "Lewra bila mirov matmayî nemîne dema kanaleke weke Ronahî TV li Başûr neyê vekirin ji ber zextê dewleta Tirk."

Dirêî destnîşankir ku ew Ronahî TV weke nerîneke nû an ramanên nû mîna tevgera azadiyê dibînin metirsya wan jî ev e ku li Başûrê Kurdistanê belav bibe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji ber vê yek ez dibêjim cihê şermezarkirinê ye, ragihandinek azad pêwîste wek ku gelek kanalên behsa Rojava dikin li Başûr hene wekî (Kurdistan 24 û Rudaw) li rojava heye, ti astengî li pêşiya wan neyê derxistin."

Arşek Baravî jî diyar kir ku Hikumeta Başûrê Kurdistanê heta niha rê nedaye Ronahî Tv li Başûr buroya xwe veke lê li hemberî vê yekê cihê ajansa Enadolê heye li Başûr û wiha şîrove kir: "Ajansa Anadolu ya ku ji Başûr re nabêje Başûrê Kurdistanê, berovajî wê dibêje Bakurê Iraqê."

Baravî da zanîn ku hestiyariya Hikumeta Başûrê Kurdistanê ji du tiştan heye, yek jê ji dewleta Tirk ji ber ku yasayên herêma Başûr hene û têkiliyên wê bi dewleta Tirk re jî hene û wiha domand: "Dewleta Tirk jî heta asteke xurt di hemû waran de siyasî û leşkerî di herêma Başûr de desthilatdar e. Biryarên hikumeta Başûrê Kurdistanê girêdayî biryara dewleta Tirk e, tiştê ku dewleta Tirk jê ne razî be herêma Başûrê Kurdistanê nikare pêk bîne."

‘DEMOKRASÎ LI HERÊMA BAŞÛR TUNE YE

Baravî da xuyakirin ku Ronahî TV şoreşa Rojava û navê her çar perçeyên Kurdistanê danî ser maseya navneteweyî û wiha got: "Lê mixabin tevî vê jî bersiva daxwaznameya wê nehatiye, hêvî tune ku bidin jî. Ji ber ku demokrasî li herêma Başûrê Kurdistanê tune ye."

Baravî bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku bila têkiliyên wan bi dijminan re hebin lê hestê kurdperwerî û tiştê ku xizmeta kurdayetiyê dike, neavêjin û wiha got: "Ev karê ku ji herêma Başûrê Kurdistanê ve derdikeve kêmasiye, ne tenê ji aliyê me ve tê şermezarkirin ji aliyê hemû kesên azadîxwaz re tê şermezarkirin."

Baravî destnîşan kir ku ew ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re dibêjin xwe radestî dijmin nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hevpeyman û têkilî ji bo berjewendiyan cuda ne lê prensîb û dozên giştî nabe ku hûn wan jî bixin bin dest û saya biryarên wan."

(sb)

ANHA


Mijarên Din