Bîlançoya Covid-19 li Misirê giran dibe: 913 kes mirine

Wezareta Tenduristiyê û Niştecihbûnê ya Misirê ragihand hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaştiye 23 hezar û 449 kesan, jê 5 hezar û 693 nexweş baş bûne û 913 nexweş jî mirine.

Dr. Xalid Mucahid diyar kir ku hezar û 367 kesên nû  bi Koronavîrusê ketine û 34 nexweş mirine.

Mucahid diyar kir ku tevahiya nexweşên Koronavîrusê di nexweşxaneyên taybet û karantînayê de li gorî perspektîfên WHO‘yê têne dermankirin.

Mucahid bibîr xist ku hejmara giştî ya nexweşên vîrusê li Misirê heta îro gihaştiye 23 hezar û 449 nexweşan di nav de 5 hezar nexweş baş bûne û 913 nexweş jî mirine.

(şx)


Mijarên Din