Bîlançoya roja yekemîn a agirbestê: Sivîlek, 3 leşker û 2 çete hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku di roja destpêkê ya agirbesta yekalî de ku Rûsyayê ragihand, sivîlek û 3 leşkerên rejîmê û 2 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê encamên êrîşên bi moşekan li ser bejahiya başûrê Idlibê ji hêla rejîmê ve anku bajarê Kefernûbil belge kirin û diyar kir ku di roja yekemîn a agirbesta yekalî ya ku Rûsyayê ragihand û duh saet di 06:00’an de kete meriyetê, sivîlekî jiyana xwe ji dest da. 

Her wiha navendê diyar kir  ku 2 çeteyên ku Tirkiye destekê dide wan, di encama bombeyên ku hêzên rejîmê vê sibê avêtin gundê Teleh ê başûrê rojhilatê Idlibê de mirin, di heman demê de jî 3 leşkerên hêzên rejîmê di encama avêtina çeteyan moşeka li ser eniyên Corîn ên li Sehl Xab ên li bejahiya bakurê rojavayê Hemayê, hatin kuştin.

Tê zanîn ku li herêmên qaşo bêçek agirbest di roja xwe ya duyemîn de ye. Li herêmên qaşo bêçek Rûsya, Tirkiyê û Îranê di gera çaremîn a rêzecivînên Astanayê de ku di Gulana 2017`an de pêk hat, biryara agirbestê ragihand.

Hêj li tevahiya herêmê bombe tên avêtin û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê gelek bombeyên ku hêzên rejîmê yên saetên sibê ku diavêtin herêmên bejahiya Meret Nûman ku derdora bajarokê Cercênar, El-Tehe, rojhilatê bejahiya Idlibê, Um Celal, eniyên El-Ketîbê, eniyên Kebanê yên li bejahiya bakurê Laziqiyê û Sehil Xab ê nêzî Sermaniyê dikirin armanc, belge kirin.

Rûsyayê ragihand ku agirbest ji aliyê hêzên rejîmê ve duh sibê li parêzgeha Idlibê ku komên çeteyên ku Tirkiyê destekê dide wan serwer dikin hêj di meriyetê de ye û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got agirbest yekalî ye û dê ji saet 6`ê sibehê ve bikeve meriyetê.

(eh)


Mijarên Din