Bîlançoya şerê li “herêmên bêçek” giran dibe

Di roja 15`an de bombebarana li ser herêmên bêçek zêde bû. Her wiha ji ber bombebarana rejîma Sûriyê li ser bejahiya Hema û Idlibê, hejmara kuştî û birîndarên sivîl zêde dibe.

Di roja 15`an de ji şerê li herêmên bêçek, helîlkopterên rejîma Sûriyê 142 bermîlên teqemenî avêtin herêmên bejahiya Hema, Idlib û çiyayên beravê. Eniyên Kebane yên Cebel Ekrad 35 caran, bajarokê Hebît ê başûrê Idlibê 28 caran, Hewêz û Hewîca 19 caran, Hîş 14 caran, Tirmile 10 bermîl, Barbo 6 bermîl, Xan Şêxûn 6 bermîl, Feqî, Rekaya, Horata, Hiwîca, Dêr Sinbul, Abidîn, Filîfil, Medaya, Kefer Zîta,Kefer Eyn û Şehrenaz, her yek bi 2 bermîlên teqemeniyê hatin bombebarankirin.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku rejîmê ji şevê din heta van kêliyan, 56 caran êrîşên hewayî pêk anîne. Kebane Cebel Ekrad 14 caran, Hebît, derdora wê û navenda wê 11 caran, Hiwîz û Hewîce 10 caran, Xan Şêxûn û derdora wê 7 caran, Hîş 4 caran, Tirmile 3 caran, Cisir Şixûr, Qesabiye, Cebala, Qilîdîn û derdora Kefer Sicne her yek 2 caran hatin bombebarankirin. Her wiha balafirên şer gule li herêmên Has, Hîş, Letamne, Teh û Seraqib reşandin.

Balafirên şer ên Rûsyayê 14 caran bejahiya Hema û Idlibê bombebaran kir. Tirmile 8 caran, gundê Um Neyir, Cisir Şixûr û gundê Qere Cirin her yek du caran hatin bombebarankirin.

Her wiha hêzên rejîma Sûriyê herêmên Hebît, Tirmile, Kefer Zîta, Hiwîce, Qeston, Kefer Naha, Marat Ertîq, Herîtan, Xan Esel, Mensûre, Zimar, Cezraya, eniya Kebane, eniyên ji Sehil Xab û Cebel Şeşebo 730 caran topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê tekez kir ku ji destpêka şerê li herêmên bêçek ve ku 30`ê Nîsanê dest pê kir, 398 kes hatine kuştin.

(bx)


Mijarên Din