Bîlançoya teqîna Beyrûtê giran dibe

Berpirsên Lubnanê vê êvarê ragihandin ku hêjmara qurbaniyên teqînê gihiştiye 135’an, birîndar ji 4 hezar kesî zêdetir in û 80 kes jî winda ne. Heman demê de ragihandin ku heta niha nikarin birîndaran derman bikin û nexweşxaneyên meydanî tên amedekirin.

Duh li peravên Beyrûtê teqînek mezin pêk hat. Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Hemed Hesen diyar kir ku hêjmara qurbaniyên teqînê gihiştiye 135 kesî. Hêjmara birîndaran zêdetirî 4 hezar kes e. Heman demê de 80 kes jî winda ne.

Her wiha hejmara beriya çend saetan ku hatibû belavkirin tê de li ser 100 qurbanî û zêdetirî 4 hezar birîndarî hatibû ragihandin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê got gelek birîndar heta niha nayên dermankirin, her wiha îşaret pê kir ku niha 6 nexweşxaneyên meydanî tên amadekirin.

(fr)


Mijarên Din