Bloka Sadiqûn: Çalakiyên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê dagirkerî ye

Serokê Bloka Sadiqûn a Iraqê Ednan Fîhan got êrîşên leşkerî ku artêşa Tirkiyê ev hefteyek e li Herêma Kurdistanê pêk tîne, dagirkerî û destdirêjî ye.

Ednan Fîhan ji televîzyona El-Yeûm re wiha got: "Parlamento der barê pirsa çalakiyên leşkerî ku Tirkiye li dijî PKK`ê pêk tîne, li benda bersiveke zelal ji hikumetê ye ka ew bi hevkariya Bexdayê pêk tîne yan na?"

Fîhan diyar kir ku ne ji mafê hikumetê ye ku maf bide her hêzeke biyanî destwerdana Iraqê bike yan jî şerê aliyekî bikin, ji bilî ku erêkirin ji meclisa parlamenê bê standin û destnîşan kir ku parlamento li benda bersiveke zelal ji hikumetê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêxistinên mafparêz di nav de Human Rights Watch di sala 2018`an de got di çalakiyên Tirkiyê yên li Iraqê de, gelek sivîl li herêmên ku çalakiyên leşkerî tê de tune bûn, hatin kuştin.

(jo)

 


Mijarên Din