Bloomberg: DYA‘yê  ji ber têkiliyên Îsraîl û Çînê bi fikar e

Çavkaniyên Amerîkî eşkere kirin ku DYA‘yê ji ber têkiliyên Çînê û Îsraîlê bi fikar e û gotin dibe DYA‘ê fişarê li Til Ebîbê bike da ku wê ji Pekînê dûr bixe.

Ajansa Bloomberg li ser zimanê çavkaniyên Amerîkî ragihand ku Washington projeyên akademîk ên di navbera herdu welatiyan de bi taybet ên projeyên di warê pêşxistina teknelojyayê de dişopîne.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku ta niha behsa tedbîrên ku dibe DYA‘yê li dijî hempişeyê xwe yê li Rojhilata Navîn,  Îsraîlê bigre, nehatiye kirin da ku fişarê li bike ku hevkariya tevkeriya xwe bi zanîngehên Çînê re rawestîne.

Li gorî Bloomberg, DYA‘ê dibîne ku divê desthilata Îsraîlê di her têkiliyeke xwe bi Çînê re berjewendiyên siyasî û leşkerî yên Amerîkayê di ber çavan re derbas bike.

Ajansa Bloomberg diyar kir ku rayedarên Amerîkî demek berê fikarên xwe derbarê pêşxistina tevgeriya aborî ya di navbera Çîn û Îsraîlê de anîn ziman.

Di salên dawî de têkikiyên bazirganiyê yên di navbera Çîn û Îsraîlê zêde bûn ku salane gihaşt 11.6 milyar dolar.

 


Mijarên Din