Bloomberg:Wezîrê Parastina Amerîkayê yê nû der barê S-400 de, dîsa Tirkiyê hişyar kir

Ajansa Bloomberg a Amerîkeyî li ser zimanê Wezîrê Parastinê yê nû yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku firotinên wê yên ji cureya F-35, heke ku Erdogan di kirîna moşekên Rûsyayê de dewam bike, dê qut bibe. 

Wezîrê Parastinê Mark Esper hişyariya DYA`yê ku dê pêşkêşkirina balafirên şer ên F-35, ger ku Enqera moşekên rûsî S-400 dîsa bikire, rawestîne, tekez kir.

Esper dema ku diçû Burkselê, da ku beşdarî kongreyê NATO bibe, ji rojnamevanan re got: "Heke Tirkiyê moşekên S-400 bikire, bi awayekî eşkere diyar dibe ku dê balafira F-35 bidest nexîne."

Tê payîn ku Esper ku piştî wezîrê demkî yê berê Patrick Chanahan istîfa kir, wî berpirsyariya Bentagonê di vê heftiyê de hilgirt, di dema civîna Wezareta Parastinê de bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Kholosi Akar re bicive.

DYA`yê got, dema Tirkiyê moşekên S-400 bikire, ew bêdeng namîne, her wiha serokê Tirkiyê Receb Teyyb Erdogan soza berdewamiya kirîna S-400 da.

Ji aliyekî din ve jî, Esper got ew ê bi hempîşeyê xwe yê di NATO`yê re, awayê parastina fîşara li ser rêxistina DAIŞ`ê gotubêj bike.

(eh)


Mijarên Din