Bombebarana bi bermîlên teqemeniyê li herêmên bêçek dewam dike

Helîlkopterên rejîmê û topavêjin wê di topbarana herêma qaşo bêçek de berdewam e. Li rexê jî hêzên rejîmê û komên çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk hêzên leşkerî li eniyên şer xurt kirin.

Şer û topbaranên dualî di navbera hêzên rejîmê bi piştevaniya Rûsyayê ji aliyekî ve û komên çeteyên girêdayî Tirkiyê ji aliyekî dîtir ve li herêma qaşo bêçek berdewam e. Di vê çarçoveyê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê raber kir ku helîkopterên rejîmê ji êvara çarşemê ta vê kêliyê li dij wê herêmê zêdetirî 39 bermîlên teqandinê, avêtine.

Navendê Çavdêriye diyar kir ku bermîlên ku hatine avêtin derdora Kebane ya Çiyayê El-Ekrad, Xan Şêxon, derdora Kefir Sicne, Kefir Eyn, Til As, Hibêt û Şêx Mistefa yên bejahiyên başurê Idlibê, kirin armanc.

Navendê îşaret pê kir ku hêzên rejîmê bi zêdetirî 270 roketan şeva din herêmên Şêx Mistefa, Kefir Sicne, Hibêt, Xan Şêxon, Abdîn, Um Sêr, Termela ya li başurê bejahiyên Idlibê, Letmên û Seyad ên bakurê bejahiyên Hemayê hedef girtin.

Li aliyekî dîtir jî, aliyên dijber hêzên leşkerî li eniyên şer ên gur li bejahiyên bakurê Hemayê û başur rojavayê wê, bejahiyên başurê Idlibê û li Çiyayê El-Ekrad a bakur bejahiyên Laziqiyê xur kirin.

Li gor agahiyên ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan bi dest xistine ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam" Cebhet El-Nusra ya berê", Partiya Îslamî ya Tirkistanî hêzên leşkerî û lojistî ji alav û çekên giran li derdora çiyayê Şehşehbo û Sehil El-Xab zêde kirine. Di heman demê de jî çeteyên Cebhet El-Weteniyê li eniyên Sehil El-Xab da ku hêzên rejîmê pêş de neyên, hêzên xwe zêde kirine.

Li çiyayên El-Sahêl(peravê) jî çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam, Hiras El-Dîn û Partiya Îslamî ya Tirkistanî li derdora Kebane û girên wê eniyên şer xurt kirin.

Navenda Çavdêriyê tekez kir ku çeteyên Tirkiyê bi hezaran tekerên erebeyan li keviyên rêyan da ku pêxin û sûdê ji dûmanên wan bigirin ku balafirên şer nikaribin kifş bikin, hazir kirine.

Lê hêzên rejîmê jî alavên giran, leşker û çek şandin wan herêman da ku serweriya herêmên bejahiyên Hema û Idlibê bike.

Hêzên rejîmê ji destpêka êrîşa xwe ve li dijî herêma qaşo bêçek e ji 30`ê Nîsanê ve serweriya zêdetirî 20 herêmên li bejahiyên Hema û Idlibê bi piştevaniya Rûsyayê kir.

Bombebaranên dualî û şerê bênavber li herêmê bû sedema kuştin hezar û 121 kesan ji 30`ê Nîsanê ta 5’ê Hizêranê. 351 jê sivîl, herî kêm 446 jî ji komên çeteyên girêdayî Tirkiyê û 324 jî ji endamên hêzên rejîm ne.

(fr)


Mijarên Din