​​​​​​​Îbrahîm Şêxo: Rapora NY`yî rê li darizandina Tirkiyê vedike

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku rapora Komîteya Lêpirsînê ya NY'yê gaveke sereke ye ji bo destpêkirina lêpirsînan di Dadgeha Sûcên Navneteweyî de. Şêxo destnîşan kir ku rapor ji sedî tenê 30 sûcên rojane yên li dijî şêniyên resen ên Efrînê rave dike.

Komîteya Lêpirsînê ya girêdayî Mafên Mirovan a NY`yî di 14`ê Îlonê îsal de, di raporeke xwe de bal kişand ser sûcên artêşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî pêk tîne ku dikevin asta sûcên şer.

Di raporê de her wiha îşaret bi rewşa herêmên dagirkirî bi giştî hat kirin û gelek sûcên ku li dijî şîniyên resen pêk hatine wekî binpêkirina azadiyê, kuştin, revandin û şantaja li hemberî pereyan, hatin bibîrxistin.

Girêdayî mijarê, berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo piştrast kir ku komîteyê rapora xwe spart belge û nîşaneyên ku wan wekî rêxistineke têkildarî kar û barên mirovî yên Efrînê pêşkêşî Meclisa Mafên Mirovan a NY`yî kiribû.

KOÇBERKIRINA KURDAN

Îbrahîm Şêxo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişa berfireh a dewleta Tirk a li dijî bajarê Efrînê di 2018`an de ku piştre bi navê operasyona Çiqila Zeytûnê , bajar dagir kir û got: "Ji ber vê operasyonê zêdetirî 300 hezar kes ku piraniya wan Kurd bûn, hatin koçberkirin."

Şêxo îşaret bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kir û got: "Wan li kêleka revandin, kuştin û xwestina fidiyeyê, bi behaneya ku girêdayî Rêveberiya Xweser in bi hezaran mal û milkên welatiyên Kurd desteser kirin."

Her wiha destnîşan kir ku ev kiryar ji bo guhertina demografiya herêmê tên kirin û plan li ser gelek qonaxan pêk tê, wekî ferzkirina zimanê Tirkî, bilindkirina alên Tirkiyê û wêneyên Erdogan li ser sazî û dibistanan û avakirina meclisên herêmî kuu endamên wê ji malbatên çeteyan û niştecihan e.

Şerê di navbera komên çeteyan de, şerekî plankirî ye ku valakirina herêmê ji wan koman di pêşerojê de armanc dike. Tirkiyê dixwaze Efrînê jî wekî Lîwa Iskenderon girêdayî erdên xwe bike.

BALKIŞANDIN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê demeke berê serjimariyek belav kiribû, tê de hatibû destnîşankirin ku rêjeya Kurdan li Efrînê beriya ku dagir bibe nêzî ji sedî 95 bû. Lê belê piştî dagirkirina bajêr ev rêje gihîşt ji sedî 20, ku ev yek nûçeyên girêdayî guhertina demografiya herêmê piştrast dike.

Şêxo destnîşan kir ku raporên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê amade kiriye, roleke mezin di belgekirina parçeyekî ji sûcan de lîst û bala NY`yî kişand ser.

Şêxo di vê derbarê de dibêje: "Zêdetirî 50 girûpên leşkerî ku bi fermana artêşa Tirk û îstixbarata Tirkiyê tevdigerin, hene. Ji dema dagirkirina Efrînê û heta niha jî em binpêkirinên li dijî şêniyan pêk tên, belge dikin û raporan digihînin rêxistinên mirovî yên têkildar, nexasim Komîteya Şopandina Rastiyan ya girêdayî Meclisa Mafên Mirovan a NY`yî."

Şêxo di dewama axaftina xwe de bal kişand ser raporên aliyên ser bi Tirkiyê ve ku komên çete ji sûcên "kesayetî" nîşan didin da ku berpirsiyariya dewleta Tirk a dagirker ji wan sûcan veşêre. Lê belê di rapora Komîtay Lêpirsînê ya 14`ê Îlonê de îşaret bi sûcên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê belge kirine, hat kirin.

Şêxo got: "Her wiha me bal kişand ser veguhestina welatiyên Kurd ên Sûriyê ji bo Tirkiyê di bin navê terorê de, tevî ku ew welatiyên Sûriyê ne û hîna dewleta Şûriyê serwer e."

SÛCÊN ŞER

Girêdayî mijara asta sûên ku li Efrînê pêk hatine, Şêxo diyar kir: "Sûcên ku li Efrînê pêk hatine nayên jimartin. Herî dawî sûcê tecawizkirina komî ya li girtîgeheke koma bi navê Polîsên Leşkerî ya li dijî zarokeke Kurd a 17 salî, ku li pêş çavên artêşa Tirk pêk hat."

Madeya 42`an a Peyaman Lahayê (1907) tekeziyê bi vê yekê dike ku divê dagirker ewlehî û armaniyê ji şêniyan û nexasim ji zarok û jinan re, pêk bînin.

Şêxo her wiha kiryarên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên domdar ên koçberkirina şêniyên Kurd û guhertina demografiya herêmê, bi bîr xist ku di rapora Komseriya Bilind a Mafên Mirovan a 18`ê Îlonê de bal li ser hatibû kişandin. Komseriyê bi awayekî yekser hikumeta Tirkiyê ji neparastina sivîlan tewanbar kir.

Şêxo wiha lê zêde kir: "Tevî ku raporê tenê bal kişand ser parçeyekî biçûk ê sûcên ku rojane li Efrînê pêk tên jî, lê belê rê li tewanbarkirina fermandarên Tirkiyê û destpêkirina lêpirsînan di Dadgeha Sûcên Navneteweyî de ji bo hesabxwestina ji Tirkiyê, vedike."

Şêxo destnîşan kir ku sûcên hatine belgekirin tenê ji sedî 30 ji sûcên di rastiyê de li Efrînê bê belgekirin pêk tên, reva dike.

Wekî em dibînin dewleta Tirk a dagirker bi pêkanîna sûcên dermirovî ku dikevin asta sûcên şer li bakurê Sûriyê û bi taybetî li Efrînê, tewanbarkirî ye.

Şêxo di dawiyê de gelek rêxistinên mirovî û qanûnî ji bo alîkarîdayîna wan di eşkerekirina sûc û kirayrên artêşa Tirk de, spas kir.

(cx)

ANHA


Mijarên Din