​​​​​​​Îbrahîm Şêxo sedemên şerê di navbera çeteyan de eşkere kir

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Îbrahîm Şêxo sedemên şerê li Efrînê yê di navbera komên çeteyan de eşkere kir.

Li kantona Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin ev demeke şerê di navbera çeteyan de rû dide.

Di rojên dawî de li navçeya Bilbilê û navenda bajarê Efrînê şerê giran di navbera çeteyên dewleta Tirk de qewimîn.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Îbrahîm Şêxo têkildarî sedema van şeran ji ANHA'yê re axivî.

Îbrahîm Şêxo îşaret pê kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, li kantonê alozî û tevlihevî heye û got: "Şerê di navbera komên çete de bûye dîmenek ku li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê dûbare dibe."

Şêxo diyar kir ku di demên dawî de şerê dijwar di navbera çeteyên "Feyleq El-Şam" de li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê rû da û danî ziman ku şer beriya fitkarê li ser parvekirina madeyên xwarinê bû û di encamê de çeteyek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Şêxo da zanîn ku li navenda navçeya Bilbilê jî çeteyên "Furqeya Hemze" û "Feyleq El-Şam" li ser parvekirina tiştên ku dizîne, bi hev ketin û tirs di nav şêniyan de çêbû.

Şêxo îşaret bi kiryarên çeteyên "Furqet El-Mutesim" yên li navenda bajarê Efrînê kir, piştî ku çeteyekî wê li welatiyekî ji eşîra Bobena da ku deynên xwe jê xwestin.

Îbrahîm Şêxo got, di navbera koma navborî û eşîra Bobenda de şer derket û wiha domand: "Ev ne cara yekemîn e û ne jî ya dawî ye ku şer li cihên niştecihbûnê de derdikeve. Armanc ji vê yekê şêniyên resen tengav bikin û wan neçar bikin ku ji warê xwe koçber bibin."

Şêxo îşaret pê kir ku artêşa Tirk tu carî destwerdanê nake ku çeteyên şer dikin ji hev veqetînin da ku Efrînê herêmeke aloz û telihev bibîne û di encamê de dagirkirina xwe ya li herêmê li pêşiya civata navneteweyî rewa nîşan bide.

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk ji sûcên ku li Efrînê têne kirin berpirsê yekemîn e.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo îdiayên cigîrê serokê "Îtîlafa Sûriyê ya muxalefetê" Ebdulhekîm Beşar ku Efrîn herêmeke ewle ye, derewand û diyar kir ku belgeyên guhertina demografî, aloziya ewlehî, revandina û qetilkirina sivîlan, standina fidiyê di destê wan de hene.

ANHA


Mijarên Din