Bêrîtan rastiya xayinan eşkere kir û dîroka jinên berxwedêr nivîsand

Têkoşer Bêrîtan teslîmkarî qebûl nekir û bi qêrîna “Na ji îxanetê re” çalakiyeke fedayî pêk anî û rûyê rastîn ên xayinan eşkere kir. Bi vê yekê dîroka jinên berxwedêr a li dijî îxanet û dijminan nîvîsand.

Îro (25`ê Cotmehê) salvegera 28`emîn a çalakiya fedayî ya şehîd Bêrîtan e. Bêrîtan di şerê îxanetê ku Partiaya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi hevkariya dewleta Tirk û Îranê li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê sala 1992`an li dijî tevger rizgariya Kurdistanê dest pê kiriye de, şehîd bû.

BÊRÎTAN KÎ YE?

Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) sala 1971`an li gundê Solhan ê girêdayî Çewlikê hatiye dinê, lê belê eslê wê vedigere herêma Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê.

Keça Dêrsimê dibistanên seretayî û navîn li Al Ezîzê xwendiye û li zanîngeha Stenbolê di fakuleteya Wêjeyê de beşa zimanê Îngilîzî, xwendina xwe biriye serî. Bêrîtan di dema xwendina xwe ya zanîngehê de fikrên çep û şoreş nas kiriye û dest bi lêgerîna rastiyê kiriye û bi wê yekê tevgera rizgariya Kurdistanê nas kiriye.

Bêrîtan di havîna 1991`an de tevî komeke ciwan û xortên Stenbolê tev li refên tevgera rizgariya Kurdistanê bûye, ku ev tecrûbeya wan a yekê bû û ji çiyayê Cûdî berê xwe dan çiyayê Xakurkê.

TAYBETMENDIYÊN BÊRÎTAN

Têkoşer Bêrîtan xwedî kesayeteke bi hêz, ruhekî çalak, rûyekî bi ken û hêzeke mezin a fermandarî û rêveberiyê bû û bandor li her kesê ku nas dikir, kir. Her wiha erkên xwe bi temamî û bê kêmasî pêk dianî û xwedî îradeyeke xurt bû.

Bêrîtan têkoşera yekemîn e ku li dijî zihniyeta mêrdestiyê rabû û li hemberî wê firkên jina azad pêş xist. Her wiha di zanakirina jinan li ser esasê fikrên azad û têgihîştî de, roleke mezin lîst. Ew ji mirinê neditirsî û tirs ji dilê hevalên xwe derdixist.

Endama Meclisa Giştî ya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdisanê (RJAK) ya Başûrê Kurdistanê Soma Ferhad berxwedana têkoşer Bêrîtan bi bîr anî û got: “Têkoşer Bêrîtan îspat kir ku jina xwedî hêz in û karin têbikoşin û xwe û gelê xwe biparêze. Nameya wê zelal bû. Bêrîtan zihniyeta ku jinan lawaz nîşan dide û dibêje ew nikarin şer bikin yan jî xwe biparêzin, vala derxist. Wê bi têkoşîna xwe baweriyeke nû ya hêz û vîna jina azad derxist holê.”

Soma wiha domand: “Bêrîtan bi çalakiya xwe ya li dijî îxanetê, nameyeke zelal da û nîşan da ku jinên azad li hemberî îxanetê teslîm nabin. Wê heta kêliya dawiyê jî zehmetî kişandin, lê tevî vê yekê jî ew teslîm nebû û mirina bi rûmet pejirand.”

BAWERIYA WÊ BI FIRKÊN AZAD HIŞT KU DI DEMEKE KIN DE BIBE FERMANDAR

Dema ku têkoşer Bêrîtan tev li nava refên tevger rizgariya Kurdistanê bûye, qonaxeke wiha bû ku jin ber bi artêşbûnê ve diçûn ku zihniyeta mêrdestiyê ew yek red dikir. Lê belê bi saya fikrên rêber Abdullah Ocalan jinan ew gav avêt û Yekîneyên Jinên Azad YJA-Star ava kirin ku îro bi hezaran şervanên jin ên ji Kurdistan û cîhanê cihê xwe tê de digirin.

Têkoşer Bêrîtan roleke girîng di qonaxa artêşbûna jinan de lîst û li dijî helwestên zilaman derket. Her wiha tevî hevalên xwe gelek çalakiyên leşkerî pêk anî da ku bigihêje encamekê û îspat dibe ku jin dikarin şer bikin û xwe bi xwe biparêzin.

Bêrîtan wê demê ji hevalên xwe re digot ku “ti jinên lawaz tine ne, lê belê hin jin hene ku bi hêz hatine hiştin.”

Di demeke kin ku 6 meh derbas nekir, têkoşer Bêrîtan bû fermandara komekê, her wiha perwerdeya komeke şervanan bi rêve dibir ku bi wê yekê re karîbû gelek xayin û ajanê dewleta Tirk keşif bike.

LI DIJÎ FERASETA ÎXANETÊ, BERXWEDAN!

Sala 1992`an di encama peymaneke di navbera dewleta Tirk a dagirker, Îran û Partiya Demokrat a Kurdistanê de ku armanca wê tesfiyekirina tevgera rizgariyê ya Kurdistanê bû, têkoşer Bêrîtan tevî hevalên xwe beşdarî parastinê bû û êrişên xayinên ku djiî wan li hev kirine, têk birin.

Tabûra şehîd Bêrîtan di destpêkê de bû û heta dawiyê li ber xwe dide. Lê belê cebilxaneya wê nemîne û pêşmergeya ew dorpêç dike. Têkoşer Bêrîtan teslimiyet û îhanetê ji xayinan re qebûl nake û bi wê yekê dîroka jinên berxwedêr li hemberî xayin û dijminan dinivisîne.

Têkoşer Bêrîtan piştî ku li lutkeya çiyayê Lêlkan ê Xakurkê ji aliyê hêzên pêşmergeyan ve tê dorpêçkirin, çalakiya xwe ya lehengî pêk tîne. Ew bi hewldanên pêşmergeyan ên xapandinê bandor nebû û xwe radest nekir. Bêrîtan di 25`ê Cotmeha 1992`an de anku tenê piştî salekê ji tevlêbûna wê ji refên tevgera azadiya Kurdistanê re, bi qêrîna “Na ji îxnatê re” xwe ji lutkeya çiyayekî avêt.

Endama meclisa giştî ya RJAK`ê şaxê Başûrê Kurdistanê Soma Ferhad daxuyand ku ew îro behsa berxwedana beriya 28 salan dikin, lê belê bûyerên îro li Kudistanê pêk tên berdewama îxanetê û hevkariya hin aliyên kurdî bi dijminên gelê Kurd re ye û wiha got: “Planên dijminahiyê heta roja îro berdewam in.”

Soma wiha got: “Hîna jî dagirkerî û êriş li dijî hemû herêmên Kurdistanê hene, ji Heftenînê û Bradostê bigire û heta Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Hin aliyên kurdî îxanetê bi gelê xwe re dikin.”

ENDAMÊN PÊŞMERGEYAN ÇEKA XWE BERDAN, BI PEY RÊYA ÎXANETÊ NEKETIN Û RÊYA BÊRÎTANÊ ŞOPANDIN

Piştî wê bûyera dîrokî û bersivdayîna îxanetê û çalakiya fedayî ya şehîd Bêrîtan, gelek endamên pêşmergeyan çeka xwe berdan û heta keç û neviyên xwe li ser navê “Bêrîtanê” bi nav kirin.

Yek ji pêşmergeyên ku çeka xwe berdane, wiha dibêje: “Piştî ku Bêrîtan hat dorpêçkirin, me bang li wê kir ku xwe radest bike lê belê wê qebûl nekir û xwe ji lutkeya çiya ve avêt. Da ku bi vê yekê nameyekê bide kesên bi gelê xwe re îxanetê dikin.”

Soma Ferhad destnîşan kir ku çalakiya têkoşer Bêrîtan pêk aniye, xwedî girîngiyeke mezin e û di wê qonaxê de pêwîstiyek bû. Da ku bersiva rêya îxanetê ku heta roja îro li dijî gelê me dewam dike, bide.”

PDK`Ê DEV JI ÎXANETÊ BERNEDA Û HÎNA HEVKARIYA DIJMINAN DIKE

Partiya Demokrat a Kurdistanê hîna dev jî xeta îxanetê bernedaye. Êrişên domdar ên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi armaca qirkirina gelê Kurd pêk tên, vê yekê bi zelalî radixe ber çavan.

Berxwedana lehengî ya îsal a şervanên tevgera rizgariya Kurdisatnê li Heftenîn, Şengal û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê, her wiha avakirina PDK`ê nuqteyên li ser sînorê bi Rojava re da ku endamên îstixbarata Tirkiyê tê de bi cih bibin û rewakirina êrişên li ser Kurdisatnê, rêza bûyerên ji beriya 28 salan ve radixe ber çavan. Lê belê berwedana gelê Kurd ji hemû planên li dijî îradeya gel tên sazkirin, bi hêztir e.

Her wiha peymana ku hikumeta Herêma Kurdistanê di 9`ê Cotmehê de girêdayî aliyê ewlehyê û rêveberiyê yê Şengalê bi hikumet Iraqê re pêk aniye, li arşîva PDK`ê zêde dibe.

Ev yek piştî serdana Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyê re pêk hat, ku di 4`ê Îlona borî de hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê pêk hatibû.

(cx)

ANHA


Mijarên Din